Semîr Yûsif: Kurdî û Siryanî zimanên min ên dayikê ne

Dusseldorf (Rûdaw) - Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê, di roja duyem a Cejna Jidayikbûnê (Christmas) de mazûvaniya hunermendekî taybet kir.

Hunermendê Xiristiyan Semîr Yûsif ku dengê wî wekî pirekê ye di navbera Şirnex û diyasporayê de, bû mêhvanê Hêmin Ebdulah.

Semîr Yûsif ev 40 sal in li Parîsê dijî û huner û çanda welatê xwe diparêze.

"Ez bi her du zimanan mezin bûm"

Semîr Yûsif her çi qasî zimanê wî yê dayikê Suryanî be jî diyar kir ku Kurdî jî zimanê wî yê dayikê ye.

Yûsif got, "Kurdî jî zimanê min ê dayikê ye û ez bi Kurdî û Siryanî yanî bi her du zimanan mezin bûme."

Hunermend bi saza xwe li studyoya Diyasporayê amade bû.

Bername bi straneke hunermendê koçkirî Seîd Gabarî dest pê kir.

Şal û şapik

Hunermend Yûsif cil û bergên "şal û şapik" li xwe kiribûn.

Yûsif diyar kir ku ew cil û berg ji mûyê bizinan tên çêkirin.

Hunermendê Şirnexî her wiha bal kişand ser wê yekê ku cil û bergên Xiristiyanên Bakurê Kurdistanê mîna cilên Kurdan e.

Bîranînên Remezanê

Semîr Yûsif behsa zarokatiya xwe ya li gundê Bêspinê yê Silopiyayê kir.

Li gorî gotina wî, ji sedî 80yê gund Misilman û ji sedî 20 jî Xiristiyan bûne.

Semîr behsa paşîvên meha Remezanê kir û got ku ew bi Misilmanan re şiyar diman û wan li daholê dida.

Hat zanîn ku 300 kes ji xelkê gundê wan li Parîsê dijîn û her sal ji bo pîrozkirina Christmasê li hev dicivin.

Rêya Pêşmerge û Serok Barzanî

Semîr Yûsif diyar kir ku ew beşdarî merasîma vekirina "Rêya Pêşmerge" ya li Parîsê bûye.

Yûsif destnîşan kir ku ew bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî û wê giringiya ku li Fransayê didin Kurdan gelekî kêfxweş bûye û ev yek ji bo hemû kesî cihê şanaziyê ye.

Hunermendê ji Şirnexê behsa klîpa xwe ya nû jî kir.

Semîr straneke hunermenda nemir Eyşe Şanê li ser çiyayên sînorê Fransa û Îtalyayê kiriye klîp.