Navenda Nûçeyan – Endamê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Dana Tyrone Rohrabacher ji ber ku Amerîkayê rayedarên Herêma Kurdistanê ne vexwendin “Lûtkeya Hevpeymanê” got ku wan xiyanet li dostên xwe kirin.
Nûnerê eyaleta Kaliforniyayê Rohrabacher di gotara bloga xwe de weşandî de wiha got: “Nevexwendina kurdan a Lûtkeya Hevpeymanê tê wê wateyê ku Amerîkayê xiyanet li dostên xwe kir.”
Dana Rohrabacher wiha got: “Kurdan weke hevalbendek baş helwesta xwe li hemberî Amerîkayê nîşandan. Li dijî rêxistina DAIŞê şer kirin û wan tenê rê li ber rêxistinê girt.”
Rohrabacher bal kişand ser wê yekê ku helwesta kurdan li hemberî dewletên ciranên wan dostaneyê û divê ew yek bê dîtin û wiha got: “Keç û xortên kurd li eniya şer bedena xwe kirin sîper û dan xuyandin ku dostên Amerîkayê yên herî baş in. Lê cîhanê pişta xwe da wê netewa leheng.”
Nûnerê Kaliforniyayê anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê di giliyên xwe de mafdar bû û got ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry divê derbarê vê krîzê de daxuyaniyeke bide.
Dana Rohrabacher wiha domand: “Ez dizanim ku a niha jî pêşmerge li eniya şer li dijî DAIŞê şer dikin. Peşmerge di rizgarkirina Kobanî de rolek girîng lehîst. Lê Bexda şûna alîkariya kurdan bike ji tirsa ‘kurd dê bibin serbixwe’ bi tenê ew şopandin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ji ber ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî rayedarên kurdan ne vexwendin Lûtkeya Hevpeymanê ya li dijî DAIŞê, nerazibûna xwe dabû xuyandin.
Herwiha Barzanî gotibû ku ti kes nikare nûneretiya kurdan bike.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse