Graham: Kongre dê rê li ber her tevgera li dijî Kurdan bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Sînatorê Komariyan û kesayetê nêzîkî Donald Trump, Lindsey Graham ragihand ku hewldanên Serokê Amerîkayê yên ji bo aramkirina Sûriyeyê encam dane.

Graham her wiha amaje pê kir, Kongre dê rê li ber her tevgera ku li dijî Kurdan be û zererê bide berjewendiyên Washingtonê bigire.

Lindsey Graham doh li ser Xê nivîsî ku ew li ser rewşa Sûriyeyê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio re axiviye.

Graham spasiya hewldanên Trump kir û got, "Wisa xuya ye ku hewldanên Serok Trump, bi kêmanî di maweya kurt de, encam dane."

Parastina Kurdan û rola Siûdiyeyê

Wî sînatorê navdar ê Amerîkayê li ser çêbûna aloziyên nû yên li Sûriyeyê hişyarî da û got:

"Ne herêmê û ne jî cîhanê pêdivî bi xwînrijandineke din li bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye."

Her wiha tekez kir ku Kongre amade ye rûbirûyî wan aliyên herêmî bibe ku li dijî "hevpeymanên cihê baweriyê yên wekî Kurdan" tevdigerin.

Graham bangî welatên herêmê kir ku piştgiriya peyama Trump a ji bo aramiyê bikin û amaje pê kir, Erebistana Siûdî di pêgeheke bêhempa de ye da ku bandorê li hikûmeta nû ya Sûriyeyê bike.

Graham her wiha hêvî kir ku Riyad wê bandorê ji bo berjewendiya herêmê bi kar bîne.

Pêwendiya "demdirêj" a Trump û Ehmed Şer

Ev daxuyaniyên Lindsey Graham piştî wê yekê hatin ku Serokatiya Komarê ya Sûriyeyê ragihand, Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer peywendiyeke telefonî ji Donald Trump wergirtiye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê, her du alî li ser girîngiya yekxistina hewldanên navneteweyî yên ji bo "rêlibergirtina vegera DAIŞê" hevfikir bûn.

Trump piştgiriya Washingtonê ya ji bo "Sûriyeyeke yekgirtî" anî zimên û spasiya peymana agirbestê kir.

Serokatiya Sûriyeyê amaje pê kir, Trump spasiya wan lihevtêgihiştinan kiriye ku taybet in bi "têkelkirina hêzên leşkerî, di nav de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di nav saziyên fermî yên dewletê de."

Trump amadebûna Washingtonê ya ji bo piştgiriya avadaniya Sûriyeyê nîşan da û got:

"Aramiya aborî ya Sûriyeyê, kevirê bingehîn ê aramiya tevahiya Rojhilata Navîn e."

Li Washingtonê jî Trump beriya ku biçe Iowayê, kêfxweşiya xwe ya ji bo axaftina bi Ehmed Şer re anî zimên û got:

"Me axaftineke nayab kir, kar û barên wê herêmê gelekî baş birêve diçin."