Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li Moskowê hevdîtinek pêk anî.
Putin di civînê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê û bal kişand ser girîngiya herêma Feratê.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Moskowê civiyan û rûdanên dawî gotûbêj kirin.
Putin di destpêka civînê de ji Ehmed Şer re ragihand ku ew xebatên ji bo jinûvedabînkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.
Putin kêfxweşiya xwe ya ji ber lezbûna pêvajoyê anî ziman û ji ber vê yekê Şer pîroz kir.
"Me her tim yekparçeyî parast"
Vladimir Putin di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku helwesta Rûsyayê zelal e û got:
“Me her tim parastina jinûvedabînkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê kiriye. Hûn vê yekê baş dizanin û em piştgiriyê didin hemû hewldanên we yên di vî warî de.”
Serokê Rûsyayê bi taybetî bal kişand ser entegrasyona herêma Feratê û ev pêngav wekî gaveke krîtîk pênase kir.
Putin li ser mijarê got, “Ez difikirim ku entegrasyona herêma Feratê di vê pêvajoyê de pêngaveke girîng e.
Bawer im ku ev yek dê tevkariyê li dabînkirina yekparçeyiya giştî ya axa Sûriyeyê bike.”
Putin axaftina xwe bi peyama pîrozbahiyê bi dawî kir û got:
“Em ji ber vê rûdanê we pîroz dikin. Em ji dîtina we kêfxweş in. Hûn bi xêr hatin Birêz Serok.”