Villy Sovndal: Divê Kurd werin parastin, bêdengî helwestek e

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê Villy Sovndal nameyek ji Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê re şand.

Sovndal diyar kir ku divê Ewropa li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ne tenê "soz"an bide, divê pêngavên şênber biavêje.

Rojeva cîhanê li ser krîzên din e lê guşara leşkerî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ket rojeva Parlamentoya Ewropayê.

Wezîrê berê yê Karên Derve yê Danîmarkayê û Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Villy Sovndal, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya di vê pêvajoyê de bi tundî rexne kir.

“Hêza herî demokratîk di bin gefê de ye”

Sovndal di peyama xwe ya ji bo Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê de diyar kir ku êrişên leşkerî ne tenê sivîlan dikin hedef, di heman demê de modela herî aram û demokratîk a li herêmê jî tehdîd dikin û got:

“Dema ku cîhan bi krîzên din ve mijûl e, herêmên Kurdan careke din di bin êrişan de ne.

Ev yek gefek e li ser hêza herî sekuler û wekhevîxwaz a tevahiya herêmê."

Sovndal bal kişand ku bêdengiya civaka navneteweyî "peyameke metirsîdar e" û hişyarî da:

"Eger em îro bê deng bimînin, em dibêjin ku yên ji bo demokrasî û mafên mirovan şer dikin, nikarin di demên dijwar de pişta xwe bidin me."

Nameya hevbeş a ji bo Kallas

Villy Sovndal ragihand ku wî îmzeya xwe avêtiye bin nameyeke hevbeş ku ji Kaja Kallasê re hatiye şandin û tê de ji bo parastina Kurdên Sûriyeyê bersiveke "zelal û yekgirtî" ya Yekîtiya Ewropayê tê xwestin.

Parlamenter amaje bi wê yekê kir ku berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ya Ewropayê heye û nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

"Bêdengî ne bêalîbûn e, berevajî vê yekê cureyekî bijarde û helwestgirtinê ye."

Villy Sovndal kî ye?

Villy Sovndal ku yek ji siyasetmedarên bi tecrube yên Danîmarkayê ye, berê erkê Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê bi cih aniye.

Sovndal ku bi hestiyariya xwe ya li hemberî doza Kurdan tê naskirin, berê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hêjayî xelata "Dostê Herî Baş ê Kurdan" hatibû dîtin.

Sovndal niha Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê ye.