Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan ji ber ku girtîgehên Taylandê li gorî standandardên navneteweyî nînin, hişyarî da wî welatî.
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî raportek belav kir û ragihand ku di nav welatên Asyaya Başûr de herî zêde girtî û mehkûm li Taylandê hene.
Di raporê de hat ragihandin ku mehkumên di girtigehên Taylandê de tên zincîr kirin, di qawîşên qerebalix de dimînin û di şert û mercên giran de dixebitin.
Hat diyarkirin ku girtîgehên Taylandê ne li gorî standardên navneteweyî ne.
Li gorî raporê de bi qawîşên qerebalix, şert û mercên girtîgehê hê jî zortir dibe. Li 148 girtîgehên ku qapasîteya wan 120 hezar e 260 hezar girtî dimînin.
Serokê Federasyonê Dîmîtrîs Chrîstopoulos got ku girtîgehên Taylandê peymanên Neteweyên Yekbûyî yên pêşiya êşkencê digre û mafên asgarî yên mehkûman diparêze, binpê dike.
Hat ragihandin ku di girtîgehan de cihê raketinê tune û piraniya girtiyan li ser betonê cihekî radixin û radikevin. Herwiha mahremiyeta tuwaletê jî tune.
Rayedarên Federasyonê ragihandin ku mehkûmên girtîgehan roja wan bi 0, 23 dolarî her roj dixebitin. Mehkûmên ku bi rayedarên federasyonê axivîn gotin ku gardiyanên girtîgehê bi dara li wan dixin, tecrît dikin û bi zincîrê girêdidin.
Ji aliyê din ve Rayedarên girtîgehan îdia kirin ku ji bo şert û mercên mehkûman baş bibe dixebitin. (aa)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse