Pentagonê plana nû ya li dijî DAIŞê amade kir!
Hewlêr (Rûdaw) – Ew 30 rojên, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo amadekirina plana tekoşîna li dijî DAIŞê dabû Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) bidawî bû. Pentagonê plana xwe amade kir û pêşkeşî Koşka Spî kir. Niha çav li ser biryara dawîn a Trump in.
Pentagonê derbarê teroşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriye û Iraqê de amade kir. Plan niha li Koşka Spî ye lê naveroka plane nehatiye eşkerekirin. Li gorî gotina fermandarên pilebilind ên Amerîkayê, plana berî hatiye berfirehkirin, ji bilî DAIŞê, grûbên din ên tundrew ên îslamî yên weke El Qaîdeyê û yên li Rojhilata Navîn jî lixwe digre.
Di palana nû de Pentagon daxwaz dike, ku ji bo serpereştiya operasuonên li Sûriye, Iraq û Yemenê zêdetir deshilatê bidin fermandarên serbazî yên Amerîkayê. Li gorî vê plane Pentagon dixwaze 5 hezar serbazên din bişîne Sûriyê lê ev serbaz beşdarî şer nebin û tenê alîkarî, perwerde û rahênanê bidin hêzên xwecîhî.
Berdevkê Pentagonê derbarê vê yekê de Jeff Davis ragihand, ku plan tenê bi Sûriye û Iraqê ve sînordar namîne û li ser asta cîhanê jî dê kar bê kirin.
Fermandarê Hêzên Navendî yê Artêşa Amerîkayê Joseph Votel jî derbarê vê yekê de eşkere kir, ku di plane de daxwaz kirine zêdetir alîkariyê pêşkeşî hêzên xwecîhî bikin. Ev hevkarî û alîkarî jî pirçekkirina hêzên lokalî yên li Sûriyê û Iraqê, bi armanca perwerdekirina wan şandina şêwirmendên leşkerî ye.
Di serdema rêveberiya berî ya Amerîkayê de biryara alîkariya ji bo Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hatibû dayîn. Di çarçoveya vê plane de alîkariya Rojavayê Kurdistanê jî dihate kirin.
Lê berpirsên kurd bi berdewamî Amerîkayê rexne dikin û dibêjin alîkariyên wan ne weke pêwîst in. herwiha daxwaza zêdekirina alîkariyên serbazî, çek, teqemenî, şandina şêwirmendên zêdetir dikin.
Lê hê jî ne diyar e, ka van daxwazan çend di vê plana dawîn de cîh girtiye û herwiha rêveberiya Trump dê vê planê erê bike yan na. Trump di dema bangaşeya hilbijartinan de soz dabû gelê Amerîkayê û herwiha hevpeymanên xwe da ku di demakê kurt de ji bo têkbirina DAIŞê planekê nû çêbikin.