Rayedarên Qeter û Îranê: Divê dan û standinên bi Amerîkayê re bidomin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku rayedarên payebilind ên Qeter û Îranê doh li ser encamên gera sêyem a dan û standinên Amerîka û Îranê yên li Cenevreyê axivîne.

Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî bi rêya telefonê axivîn.

Di axaftinê de girîngiya pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Washington û Tehranê de hat destnîşankirin.

Her wiha hat gotin ku pêwîst e dan û standin bidomin.

Al Sanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê û çareseriyên aştiyane.

Wî bal kişand ser wê yekê ku ev gav dê bibin alîkar da ku ewlehî û aramiya herêmê xurttir bibe.

Her du wezîran girîngiya hewldanên hevpar ên ji bo parastina xelkê herêmê ji encamên aloziyan anî zimên.

Wan her wiha daxuyand ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk hevahengiya xwe ya bi "welatên dost û bira" re bidomînin.