Trump derbarê êrişkirina ser Îranê got: Ez tercîh dikim ku nebêjim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa gelo dê fermanê bide ku êrişî Îranê bê kirin yan na got, "Ez tercîh dikim ku ji we re nebêjim."

Trump li Teksasê beriya axaftina xwe ya li ser enerjiyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Donald Trump nexwest bersiveke zelal bide pirsa “Gelo ew çi qasî nêzîkî biryara êrişkirina ser Îranê ye?” û got:

"Ez tercîh dikim ku ji we re nebêjim. Heke min bigota dê bibûya nûçeya herî mezin a dîrokê, ne wisa?"

“Em êdî nikarin tehemul bikin”

Trump li ser pirsa “Peyama wî ya ji bo Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminêyî çi ye?” destnîşan kir ku divê ew peymanekê bikin lê ew naxwazin vê yekê bi temamî bikin.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku ew ev 47 sal in bi Îranê re mijûl dibin û wiha axivî:

"Ev demeke gelekî dirêj e. Di vê dema dirêj de dest û pêyên xelkê me jê kirin, rûyên wan perçe kirin.

Wan yek bi yek li keştiyên me xist. Em êdî nikarin tehemulî vê yekê bikin."

“Ez ne dilxweş im”

Gera sêyem a dan û standinên nerasterast ên di navbera Amerîka û Îranê yên li Cenevreyê pêncşemê bû (26ê Sibatê).

Trump diyar kir ku ew ji awayê dan û standinên Îranê "ne dilxweş" e û pê de çû:

"Dê gelekî baş bibûya eger bi niyeteke pak û bi wîjdanî dan û standin bikira lê ew nagihin wê astê."

Trump anî zimên ku ew ne kêfxweş e ku Îran naxwaze tiştên ku divê Amerîka bistîne bide wan.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku dê hevdîtin û axaftinên wan ên bi Îranê re bidomin.

Wezîrê Umanê çû Washingtonê

Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Bûseidiyê ku di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê dike çû Amerîkayê.

Bedr Bûseidî ragihand ku wî roja înê li Washingtonê bi Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance re hevdîtin kiriye.

Bûseidî diyar kir ku wî hûrgiliyên dan û standinên Cenevreyê û pêşketinên ku hatine bidestxistin bi Vance re parve kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê got, "Ez hêvîdar im di rojên pêş de pêşketinên zêdetir û diyarker çêbibin. Aştî di destê me de ye."