Trump: Armanca me guhertina rejîma Îranê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnameya Washington Postê re ragihand ku armanca wan a sereke ya operasyona leşkerî ya li dijî Tehranê guhertina desthilatê ye.
Trump her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin "azadiyê" bidin xelkê wî welatî.
Berpirsekî Amerîkayî jî daxuyanî da rojnameya Washington Postê.
Wî berpirsî ragihand ku roja şemiyê saet 01:00ê berê sibehê bi dema Washingtonê (09:00ê sibehê bi dema Hewlêrê) operasyoneke mezin dest pê kiriye.
Navê operasyonê "Xezeba Destanî" ye û tê pêşbînîkirin ku çend rojan bidome.
Êriş ji keştiyan bi mûşekên Tomahawkê dest pê kir.
Her wiha balafirên şer ên hêzên asmanî û deryayî yên Amerîkayê jî dest bi bombebaranê kir.
Îranê bersiv da
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Tehranê yekser bersiv daye êrişan.
Hat diyarkirin ku Îranê çend baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc.
Baregeha Piştgiriyê ya Fîloya 5an a Amerîkayê ya li Behreynê jî yek ji wan cihan e.
Donald Trump ji qesra xwe ya li Mar-a-Lagoyê ji rojnameyê re axivî.
Trump got, "Tenê tiştekî ku ez dixwazim heye, ew jî azadiya xelkê ye. Ez dixwazim welatekî aram hebe."
Banga li xelkê Îranê
Trump şeva borî peyameke vîdeoyî ya du xulek û nîvan belav kir.
Trump di peyama xwe de bangî xelkê Îranê kir ku piştî bombebaran rawestiyan "dest deynin ser hikûmetê."
Trump got, "Ji bo nifşên paşerojê ev derfeta we ya yekem û dawî ye û ducare nabe.
Heta niha ti serokî amade nebûye tiştê ku ez îşev dikim bike."
Heta niha ti leşkerekî Amerîkayî birîndar nebûye. Lê belê Trump eşkere kir ku metirsî heye.
Trump got, "Dibe ku qehremanên me yên Amerîkayî canê xwe ji dest bidin û qurbaniyên me çêbibin.
Di şer de tiştên wiha rû didin lê ev ji bo paşerojê erkekî pîroz e."
Gotinên wî yên berê û niha
Ev biryara Trump berevajî daxuyaniyên wî yên berê ye.
Trump sala borî digot "Amerîka beriya her tiştî ye" û ew li dijî "şerên bêdawî" bû.
Wî heta rexne li wan serokan jî digirtin ku dixwestin desthilata welatan biguherin.
Lê niha dibêje, "Îran 47 sal in li dijî Amerîkayê kiryarên terorî dike."
Trump wekî mînak amaje bi krîza rehîneyan a sala 1979an û teqînên sala 1983yan ên li Beyrûtê kir.
Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance da zanîn ku ev dê nebe şerekî dûvdirêj ê wekî şerên li Îraq û Efxanistanê.
Lê rojnameya Washington Postê diyar kir ku ev êrişa berfireh ji êrişa sînordar a meha hezîranê cuda ye.
Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku ev şer bi salan bidome û Amerîka tê de asê bimîne.