Starmer: Balafirên Brîtanyayê li asmanê Rojhilata Navîn difirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê daxuyaniyek da.
Starmer da zanîn ku balafirên Brîtanyayê wekî "beşek ji operasyonên parastinê yên herêmî yên hevaheng" li asmanê Rojhilata Navîn difirin.
Starmer li ser êrişên ku Amerîka û Îsraîlê birine ser Îranê axivî.
Starmer got, "Di vê mijarê de ti rola Brîtanyayê nebû lê em ji zû ve bi eşkereyî diyar dikin ku rejîma Îranê gelekî xirab e."
Starmer diyar kir ku Îran li Brîtanyayê jî rasterast gef e li ser mixalefetê û civaka Cihûyan û got:
"Tenê sala borî, wan li ser xaka Brîtanyayê piştgirî da zêdetirî 20 êrişên kujer."
Starmer destnîşan kir ku divê ti carî rê bi Îranê neyê dayîn ku çekên nukleerî çêbike û pê de çû:
"Ez îro êrişên Îranê yên li hemberî hevpeymanên li herêmê şermezar dikim. Piraniya van hevpeymanan ne aliyekî vî şerî ne."
"Balafirên me îro jî li asman in"
Starmer diyar kir ku welatê wî piştgiriyê dide van hevpeymanan û wiha axivî:
"Wekî beşek ji pêbendbûna me ya ji bo ewlehiya hevalbendên me yên li Rojhilata Navîn, li herêmê çend şiyanên me yên parastinê hene û me demên dawiyê ji bo xurtkirina van şiyanan gav avêtin.
Wekî ku Brîtanyayê berê jî kiriye, hêzên me ji bo parastina gelê me, berjewendiyên me û hevalbendên me li gorî hiqûqa navneteweyî bi awayekî çalak dixebitin.
Ew beşek ji operasyonên parastinê yên herêmî yên hevaheng in û balafirên Brîtanyayê îro jî li asman in."
Starmer anî zimên ku ji bo rêgirtina li ber zêdebûna aloziyan, vegera li proseya dîplomatîk gelekî girîng e da ku aştî, ewlehî û jiyana sivîlan bê parastin.
Wî got, "Îran dikare niha dawî li vê bîne. Divê ji êrişên zêdetir dûr bisekine."
Starmer destnîşan kir ku divê Îran dest ji bernameyên xwe yên nukleerî berde û dawî li wê tundî û zextê bîne ku li hemberî gelê xwe pêk tîne û wiha got:
"Gelê Îranê mafê wî heye ku li gorî wê helwesta ku em ji zû ve diparêzin, paşeroja xwe bi xwe diyar bike.
Ev ew rê ye ku divê ji bo kêmkirina aloziyan û vegera li ser maseya dan û standinan bê şopandin."
Êriş û bersiv
Di demekê de ku proseya dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de didome, Îsraîl û Amerîkayê serê sibehê bi hev re êrişî Îranê kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê "êrişeke pêşîgir" li dijî Îranê daye destpêkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku wan li dijî Îranê "operasyoneke mezin" daye destpêkirin.
Di çarçoveya êrişan de, paytext Tehran û bajarên Îsfehan, Kerec, Qum, Tebrîz, Bûşehr, Kirmaşan û Îlamê hatin armanckirin.
Îsraîl û Îranê asmanê xwe girtin û li seranserê Îsraîlê rewşa awarte hat îlankirin, zengilên hişyariyê lê xistin.
Beriya êrişên bersivdanê yên Îranê, hişyarî hatin dayîn û ji xelkê Îsraîlê hat xwestin ku herin stargehan.
Artêşa Îranê ragihand ku wan li dijî êrişên Amerîka û Îsraîlê, bi dehan mûşekên balîstîk û dronan êrişî Îsraîlê kiriye.
Îranê bi mûşekan di heman demê de baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Behreyn, Îmarat, Kuweyt, Qeter û Urdinê kirin armanc û baregeha Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê hat lêdan.