Trump: Niyeta Îranê ya peymanê qet nebû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran nêzîkî peymanê bû lê piştre paş ve gav avêt û got, "Niyeta Îranê ya rêkeftinê qet tune bû."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji medyaya Îsraîlê re axivî.

Trump diyar kir ku wî ji tîma xwe xwestiye lîsteya êrişên Îranê yên 25 salên borî kom bikin û wî dîtiye ku "Her meh karekî xerab kiriye, cihek teqandine û kesek kuştine."

Her wiha Trump îdia kir, eger êrişa meha hezîranê nebûya Îran niha dê bibûya xwediyê çeka nukleer.

Serokê Amerîkayê behsa pêwendiyeke telefonî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kir û got "Em hemfikir in."

Trump amaje bi wê yekê kir ku ji bo bidawîanîna rewşê gelek vebijêrk li ber dest in an domandina pêngavê û "kontrolkirina her tiştî" yan jî bidawîanîna wê di nava çend rojan de.

Donald Trump her wiha destnîşan kir ku vegera li rewşa berê gelek salan dixwaze.