Eyfel bi awayekî nû tê parastin

28-03-2017
RÛDAW
Nîşan Eyfel Parastin Camkirin Parîs
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Şaredariya Parîsê projeya bi cama qewîm ve parastina Kuleya Eyfelê ya ku sembola Fransayê ye, pesend kir. Şaredarî vê projeya camkirinê ji bo parastina Eyfelê ji bûyerên terorê pêk tîne.

 

Konseya Şaredariya Parîsê projeya camkirina kuleya Eyfelê qebûl kir.


Di civîna Konseya Meclisa Şaredariyê de verastkirina li hemberî êrîşên terorê bi yekdengî hat qebûlkirin.


Di biryara Şaredariya Parîsê de wiha hat ragihand: "Di serdemeke ku êrişên terorê zêde bûn de bicihanîna ewlekariya kuleyê ji her demê bêtir girîng e."


Li gor projeyê dê kuleya Eyfelê ji pêş û paşeve bi camên 2 metre û nîvan ên gule tê re derbas nabin were dorpêçkirin.


Biryar e di nava hersê mehên dawiya sala 2018an de were temamkirin. Herwiha 20 milyon euro ji bo projeyê hatiye veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst