Eyfel bi awayekî nû tê parastin
Navenda Nûçeyan - Şaredariya Parîsê projeya bi cama qewîm ve parastina Kuleya Eyfelê ya ku sembola Fransayê ye, pesend kir. Şaredarî vê projeya camkirinê ji bo parastina Eyfelê ji bûyerên terorê pêk tîne.
Konseya Şaredariya Parîsê projeya camkirina kuleya Eyfelê qebûl kir.
Di civîna Konseya Meclisa Şaredariyê de verastkirina li hemberî êrîşên terorê bi yekdengî hat qebûlkirin.
Di biryara Şaredariya Parîsê de wiha hat ragihand: "Di serdemeke ku êrişên terorê zêde bûn de bicihanîna ewlekariya kuleyê ji her demê bêtir girîng e."
Li gor projeyê dê kuleya Eyfelê ji pêş û paşeve bi camên 2 metre û nîvan ên gule tê re derbas nabin were dorpêçkirin.
Biryar e di nava hersê mehên dawiya sala 2018an de were temamkirin. Herwiha 20 milyon euro ji bo projeyê hatiye veqetandin.