Amerîka ji Ewropayê aciz e: Trump gefa birîna alîkariyên NATOyê xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, hevpeymanên xwe yên NATOyê kirin armanc ku di êrişa li Îranê û parastina Tengava Hurmizê de Washington bi tenê hişt.
Trump got, "Bi salan e em ji bo parastina wan bi sedan milyar dolarî xerc dikin lê ew ne bi me re ne. Êdî ne hewce ye em van pereyan xerc bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump tevlî lûtkeya FII Priorityê ya li Miamiyê bû.
Trump ragihand ku di şerê li Îranê de gihîştine qonaxa dawî û di beşeke mezin a axaftina xwe de rexneyên tund li hevpeymanên xwe yên NATOyê kirin.
Trump, nedayîna piştgiriya leşkerî ya hevpeymanên Ewropayê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê wekî "şaşiyeke mezin" nirxand û pêbendbûna Amerîkayê ya bi NATOyê re xist bin pirsyarê.
"Çima em bi wan re bin?"
Trump diyar kir ku hevpeymanên wan xweperestiyê dikin û ev gotin bi kar anîn:
"Welatên NATOyê tevlî vê pêvajoyê nebûn, ew li wê derê nebûn.
Em her sal ji bo parastina wan bi sedan milyar dolarî xerc dikin, em her tim ji bo wan li wê derê bûn.
Lê niha me dît ku ew ne li gel me ne.
Nexwe çima em bi wan re bin? Yê ku ne bi me re be, em jî dê ne bi wî re bin.
Ez bawer dikim ku êdî ne pêwîst e em van pereyan xerc bikin."
Tengava Hurmizê û helwesta Ewropayê
Amerîkayê ji bo ewlekirina veguhastina petrolê ya ku ji ber şerê li Îranê asê mabû, ji hevpeymanên xwe yên NATOyê xwestibû ku keştiyên şer bişînin Kendavê.
Lê belê di serî de Almanya û Fransa, gelek welatên Ewropayê ji bo ku alozî zêde nebe nêzîkî vê daxwazê nebûn.
Wan welatan ragihand ku ew tenê piştî agirbestekê dikarin beşdarî mîsyoneke navneteweyî bibin.
Trump ev helwesta "baldar" a hevpeymanên xwe wekî "xiyanet" û "bêpiştgirî" nirxand.
"Ev ne şer e, operasyona leşkerî ye"
Trump rewşa li Îranê ne wekî "şerekî", wekî "operasyoneke leşkerî" pênase kir û got ku pêvajo wekî ku hatiye plankirin bi rê ve diçe.
Trump anî ziman, "Karê me yê li Îranê hema bêje qediyaye. Me dizanibû ku dê Tehran ew qasî kêm berxwedanê nîşan bide û dê operasyon ew qasî hêsan be."
Trump bal kişand ser pêşbîniyên xwe yên aborî jî û îdia kir ku dê piştî bidawîbûna operasyonê aboriya Amerîkayê "wekî mûşekekê" bilind bibe û dê bazar bilez werin ser xwe.
Armanca dorê: Kuba
Trump di axaftina xwe de sînyala guherîna stratejiyên herêmî jî da û bi derketineke çaverênekirî bal kişand ser Kubayê.
Trump bi zimanekî henekî ji medyayê xwest ku van gotinên wî nedîtî bibînin û got:
"Di demeke nêzîk de dê armanca me ya bê Kuba be.
Divê em rejîma Komunîst a li wê derê biguherînin."
Trump bi vî awayî niyeta xwe ya ji bo Karayîpan eşkere kir.
Tekezkirina li ser Peymanên Îbrahîm
Trump her wiha destnîşan kir ku divê Peymanên Îbrahîm (Abraham Accords) ên ku normalbûna di navbera Îsraîl û welatên Ereban de pêk tînin, demildest werin zindîkirin.
Serokê Amerîkayê di dawiya axaftina xwe de got, "Ez bangî hemû welatên herêmê dikim ku tevlî vê xeleka aştiyê bibin."