Ciwanekî Kurd li Almanyayê destkefteke dîrokî bi dest xist û bû şaredar
Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên xwecihî yên eyaleta Bavyerayê (Bayern) ya Almanyayê de, ciwanekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê bi ser ket.
Abuzer Erdogan di hilbijartinan de dengên pêwîst bi dest xistin û bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rosenheimê.
Serkeftina vî ciwanê Kurd di medya û raya giştî ya Almanyayê de deng veda.
Abuzer Erdogan wekî namzedê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) zora namzedê herî bihêz ê Partiya Yekîtiya Xiristiyanan (CSU) bir.
Partiya Yekîtiya Xiristiyanan, li eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê partiya herî bihêz e.
Wê partiyê ji bo bidestxistina postê serokatiya şaredariya bajêr kampanyayeke tund bi rê ve bir.
Heta di dema kampanyaya hilbijartinê de donerên belaş li dengdêran belav dikirin lê dîsa jî sûda wê çênebû.
Abuzer piraniya dengan bi dest xist û bû serokê şaredariya bajêr.
Ji Rûdawê re piştrast kir
Abuzer Erdogan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û nûçeya serkeftina xwe ya di hilbijartinan de piştrast kir.
Ew kurê dayîk û bavekî Kurd ê Elewî yê ji Bakurê Kurdistanê ye.
Abuzer li Almanyayê ji dayîk bûye û beşa hiqûqê xwendiye.
Wî ji 19 saliya xwe ve bi awayekî çalak di qada siyasî ya Almanyayê de dest bi xebatê kiriye.
Ew berê namzedê Parlamentoya Almanyayê bû lê vê carê bû birêviberê yekem ê bajarê Rosenheimê ku dikeve başûrê Almanyayê.
"Zohran Mamdaniyê Almanyayê"
Ev ciwan mînakeke serkeftî ya Kurdên diyasporayê ye.
Ew nîşan dide ku kesên xwedî paşxaneyeke koçberiyê dikarin li Almanyayê di qada siyasî de serkeftî bin.
Medyaya Almanyayê ji ber vê serkeftinê wî wekî "Zohran Mamdaniyê Almanyayê" bi nav dike.