Zanaya Kurd Rojîn Muftîzade li Almanyayê robotan baqil dike
Dusseldorf – (Rûdaw) - Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, zanayeke Kurd a bi navê Dr. Rojîn Muftîzade li Zanîngeha Leibnizê serperştiya projeyeke giring a robotan dike.
Ew hewl dide bi rêya algorîtmayên pêşketî, robotan fêrî tevgera serbixwe bike da ku di paşerojê de di pîşesaziya avahîsaziyê de werin bikaranîn.
Rojîn Muftîzade li laboratuvara xwe bi robotekê re dixebite ku navê wê GeoPawe ye.
Rojîn diyar dike ku ev nav ji "geo" erdnîgarî û "paw" pênca kûçikan pêk tê.
Her çi qas di nav xelkê de wekî "robota kûçik" were naskirin jî, di zanistê de jê re "robotên çar-pê" tê gotin.
Dr. Rojîn Muftîzadeyê li ser taybetmendiyên vê robotê got, "Dîzayna vê robotî ji ajalan hatiye wergirtin.
Armanca me ew e ku em vê robotê 'baqil' bikin.
Divê ew bikaribe bi serê xwe di nav astengiyan re derbas bibe, nexşeyan çêbike û ji bo armancên cuda were bikaranîn."
Ji bo çavdêriya avahiyan tê amadekirin
Karê sereke yê Rojînê li ser pergalên navîgasyonê ye. Ew algorîtmayan amade dike da ku robot karibe bi rêya sensoran derdora xwe nas bike.
Rojîn Muftîzadeyê li ser armanca projeyê wiha domand:
"Hedefa me ya demdirêj ew e ku em vê robota bişînin nav qadên avahîsaziyê. Ew dê li wir 'çavdêriya kalîteyê' bike.
Dê kontrol bike ka dîwar çawa hatine çêkirin û gelo kêmasî hene yan na.
Ji bo vê yekê, pêdivî bi algorîtmayên pir hûr heye ku zanyariyên ji sensorên cuda werdigirin û bi hev re girê didin."
Hişê çêkirî û tirsên li ser wê
Di nav xelkê de derbarê hişê çêkirî de hinek tirs hene. Rojîn wekî pisporeke vê qadê di wê baweriyê de ye ku divê kontrol her tim di destê mirov de be.
Rojînê li ser vê mijarê got, "Ez bi xwe ji hişê çêkirî natirsim. Ez bawer dikim dema ku mirovekî pispor û xwedî ilm li ser hişê çêkirî hebe û her tiştî kontrol bike, ew pergal ewle dibe.
Divê hişê çêkirî û mirov bi hev re bixebitin da ku em karibin bi temamî pişta xwe bi van amûran girê bidin.
Ez nafikirim ku rojek were kontrola van robotan bi temamî ji destê mirov derkeve."
Jiyana akademîk a li diyasporayê
Dr. Rojîn Muftîzade ji sala 2016an ve li Almanyayê dijî. Wê piştî mastera xwe, sala 2019an dest bi doktoraya xwe kiriye û sala 2023yan qedandiye.
Niha wekî lêkolînereke post-doktorayê karên xwe berdewam dike.
Akademîsyana Kurd derbarê jiyana xwe ya rojane de jî agahî dan û got:
"Ez rojane 8-9 saetan li zanîngehê dixebitim. Ez serperştiya xwendekarên master û doktorayê dikim.
Her wiha wekî berpirsa wekheviyê di nav koma xwe de dixebitim da ku mafên her kesî werin parastin.
Her çi qas karê min giran be jî, ez hewl didim hevsengiya jiyan û kar biparêzim."