Pîramîdên Sûdanê dikarin dîrokeke veşartî eşkere bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Ehram an jî gorên fîrawunan ên li Becrawiya ya bakurê bajarê Xertûmê ya welatê Sûdanê, ji şaristaniya kevin a Nobiyan maye. Niha dîroknas li ser eşkerekirina dîroka şahnişînekî kar dikin, ku di demên dawî de gorên wan hatine dîtin.
Pîramîdên li Becrawiya, ji serdema şaristaniya Nobiyan mane ku beriya zayînê di navbera salên 720 û 300î de li wê navçeyê niştecî bûne.
Ew ehram bi bingehên teng û qurçikên tûj hatine avakirin. Şûnwarnas û dîrokzan niha li ser holeke veşartî kar dikin ku li nêzîkî pîramîdekî hatiye dîtin.
Wezîrê Geştyarî û Şûnwarên Dîrokî yê Sûdanê Muhemed Ebû Zeyd Mustefa dibêje: “Vedîtina van Ehraman dê giringî û taybetmendiyeke din bide şaristaniya Sûdanê, ku niha şûnwarnasên cîhanî kar li ser dikin.”
Şûnwarnas jî dibêjin ku pêwîstiya wan bi alîkariyên darayî heye. Ji ber ku di dema kolandina erdê de pirsgirêk rû didin.
Lêkolîner Hebab Idris Ehed dibêje ku malbateke şahane ev gor bikar aniye û têde hestî û parçeyên kevir û hesinan hatine dîtin.
Hebab Idrîsd Ehed diyar dike: “Giringiya wê ew e ku ew ya şahekî ye û gelek zanyarî derbarê wî de nayên zanîn. Dîtina van şûnwaran dê gelek zanyariyan derbarê wî şahî û giringiya wî demê dê bide me.”
Rûberê van pîramîdan li gorî yên Misirê biçûk e û bilindahiya wan jî di navbera 6 heta 30 metreyan de ye. Lê ew jî di nava lîsteya UNESCO ya şûnwarên cîhanî de hatiye tomarkirin.