Japon û Amerîkayê li ser nekirîna petrola Îranê li hev kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê li Japonê Wiliam Hagerty ragihand ku di dema civîna navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Japonê Şînzo Abê de herdu welat li ser damezrandina komîteyeke hevbeş ji bo rawestandina kirîna petrola Îranê ji aliyê Japonê ve li hev kirine.

 

Wiliam Hagerty herwiha daye xuyakirin, Trump daxwaz ji Serokwezîrê Japonê kiriye ku kompaniyên japonî otomobîlên zêdetir li Amerîkayê dirust bikin û kargehên xwe li wî welatî zêdetir bikin.

 

Kompaniya TOYOTA ya Japonî di daxuyaniyekî de ragihandiye ku dê qebareya weberanînên xwe li Amerîkayê ji 10 milyar dolaran zêde bike bo 13 milyar dolaran.

 

Li aliyekê din Serokê Amerîkayê ragihandiye, Tokyo soz daye Waşintonê ku bi qasî 40 milyar dolaran weberanînê li Amerîkayê bike.

 

Donald Trump diyar kir ku peywendiyên Amerîka ligel Japonê gelek başin û got, Serokwezîrê Japonê qebûl kiriye ku Japon hejmareke zêde ya alavên leşkerî ji Amerîkayê bikire.

 

Biryar e Trump di dawiya meha Gulana îsal de ligel xanima yekem a Amerîkayê Melania Trump serdana Japonê bike û emperatorê nû yê wî welatî bibîne.


Amerîkayê sizayên ser sektora petrola Îranê dijwartir kiriye û herî dawî di duşemiya bihorî 22ê Nîsanê de ragihand ku êdî ti welatekî bikirê petrola Îranê ji sizayan nayê efûkirin.


Wezîrê Derve ya Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû, ku efûkirina welatan ji sizayên ser Îranê bidawî tê û her welatek ku pêwendiya bazirganî li gel Îranê hebe û petrola Îranê bikire, dê ji aliyê Amerîkayê ve bê cezakirin.

 

Pompeo aşkere kiribû, ji roja 2ê meha Gulana îsal ve ku dike 10 rojên din, êdî efûkirina hin welatên ku petrol ji Îranê dikirîn, dawî pê tê û ew efûkirin ji bo ti welatî nayê dirêjkirin.

 

Amerîkayê piştî ku dorpêç danîbû ser sektora petrola Îranê, welatên Çîn, Hindistan, Îtalya, Yûnan, Tirkiye, Koreya Başûr, Japon, Taywan û Iraq bo dema 180 rojan ango şeş mehan ji wan sizayan efû kiribû.