WDR: Piraniya xelkê Almanyayê dixwaze alîkariya koçberan bi merc be

Hewlêr (Rûdaw) - Piraniya xelkê Almanyayê dixwaze alîkariya ku ji koçberan re tê kirin bi merc be.

Saziya ragihandinê ya Almanyayê Westdeutscher Rundfunkê (WDR), li ser mijarên aborî yên wekî wergirtina “baca serwetê” ji dewlemendan û alîkariyên civakî yên ji bo koçberan rapirsiyek kir.

WDRyê doh encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Nêrîna te girîng e!” parve kirin û nêrînên xelkê yên li ser pirsgirêkên aborî eşkere kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, ji sedî 66ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku nabe alîkariyên koçberan bê şert û merc bin.

Ew dixwazin koçber beriya ku alîkariyê bistînin li Almanyayê kar bikin.

"Divê alîkariya ji bo koçberan bi merc be"

Li Almanyayê koçberên hewcedar alîkariya civakî ji dewletê werdigirin.

Ev pere bi bacên ku karker û karmend ji mûçeyên xwe didin dewletê tên komkirin.

Ji sedî 66ê Almanîaxêvên ku beşdarî rapirsiya WDRyê bûne derbarê vê mijarê dibêje ku divê wê alîkariyê tenê bidin wan koçberên ku demeke dirêj li Almanyayê kar kiriye.

“Divê dewlemend piştgiriyê bidin hejaran”

WDRyê her wiha li ser “dadmendiya kedê” jî pirs ji xelkê kiriye.

Li gorî encaman, ji sedî 42yê beşdaran di wê baweriyê de ne ku “divê dahata kesên ku bêhtir dixebitin zêdetir be.”

Di pirsa derbarê berpirsyariya dewlemendan de jî ji her çar kesan yekî (ji sedî 23) diyar kir ku pêwîst e dewlemend xwedî li “kesên bêhêz ên civakê” derkevin.

Li Almanyayê ev çend sal in siyasetmedar, çalakvanên civakî û rêxistinên mafên mirovan daxwaza vegerandina “Baca Serwetê” dikin.

Ev bac ji sala 1997an û vir ve ji kesên dewlemend nayê wergirtin.

Li gorî rapirsiya WDRyê, ji sedî 64ê welatiyan dixwazin ku dewlet dîsa ji kesên xwedî serwet bacê bistîne.

"Em baceke pir kêm didin"

Olaf Wittichê 60 salî ku li bajarê Remscheidê dijî ji WDRyê re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo vê bacê anî zimên.

Olaf Wittich da zanîn ku dahata wî ya  salane nêzîkî 100 hezar euroyan e û got:

“Baca ku kesên xwedî dahata bilind,wekî min didin pir kêm in.

Bi dîtina min kêmasiya herî mezin a edaletê ew e ku em li gorî hêza xwe ya aborî baceke pir kêm didin.”

WDRyê da zanîn ku ev lêkolîn di navbera 7 û 14ê Nîsanê de bi rêya telefon û înternetê hat kirin.

Di rapirsiyê de 2 hezar û 84 kesên Almanîaxêv ên ji 16 salî mezintir nêrînên xwe anîne ziman.