Heke Amerîka ji NATOyê vekişe dê çi bibe?
Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendiyên di navbera her du aliyên Okyanûsa Atlesê de ducare aloz bûne.
Ev alozî piştî wê yekê derket ku welatên Ewropayê bi awayekî biryardar beşdarî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê nebûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran di daxuyaniyên xwe de nerazîbûna xwe li hemberî hevpeymanên Ewropayê aniye zimên.
Donald Trump heta gefa wê yekê xwariye ku ew dê ji Rêxistina Peymana Atlesa Bakur (NATO) vekişe.
Amerîka beşeke zêde ya lêçûnên parastinê û teknolojiyên pêşketî yên leşkerî yên vê rêxistinê dabîn dike.
Heke Amerîka ji NATOyê vekişe, gelo welatên Ewropî dê karibin bêyî piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê rêgiriyeke bawerpêkirî ava bikin?
NATO çi ye û kengî hat avakirin?
NATO sala 1949an ji aliyê 12 welatan ve hat avakirin ku di nava avakerên wê de Amerîka, Brîtanya, Kanada û Fransa hebûn.
Endaman li hev kir ku heke êrişî yekî ji wan were kirin, divê yên din alîkariya wî bikin.
Armanca vê rêxistinê ew bû ku rê li ber berfirehbûna Yekîtiya Sovyetê ya li Ewropayê bigire.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ya sala 1991ê, gelek welatên Ewropaya Rojhilat tevlî vê hevpeymaniyê bûn ku ew jî wiha ne:
Arnawidistan (Albanya) Bulgaristan, Macaristan, Polonya, Çekya, Slovakiya, Romanya, Lîtvanya, Letonya û Estonya
Swêd û Fînlandiya ku bi dehan salan bê alî mabûn, piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê daxwaza endamtiyê kir û bûn endam.
Niha ev bloka leşkerî li seranserê Ewropa û Amerîkaya Bakur 32 endaman dihewîne.
NATO ne xwediyê artêşeke serbixwe ye lê welatên endam dikarin di krîzên navneteweyî de çalakiyên leşkerî yên bikom bikin.
Niha daxwaza Ukraynayê ya ji bo tevlîbûna NATOyê hatiye rawestandin da ku şerekî rasterast bi Rûsyayê re dernekeve.
Parastina Ewropayê bêyî Amerîkayê
Wekî hevpeymaniyeke leşkerî, NATO xwedî hêzeke giring e.
Lê belê pispor dibêjin ku bêyî beşdarbûna Amerîkayê, şiyana wê ya rêgiriyê dê bi awayekî berbiçav kêm bibe.
Heta Kanûna Paşîn a sala 2025an, nêzîkî 68 hezar leşkerên Amerîkayê bi awayekî herdemî di 31 baregehên leşkerî û 19 navendên din de bi cih bûne.
Birêvebirê Înisiyatîfa Ewlehiya Firaatlesê Dr. Torrey Taussigê got, "Di vê demê de, pêbendbûna Amerîkayê ya ji bo NATOyê çi di warê çekên asayî û çi jî di warê atomî de giring e."
Taussig ji BBCyê re diyar kir ku bêyî piştgiriya Amerîkayê, Ewropa dê di tijîkirina valahiyên di warên veguhastina stratejîk, îstîxbarat, çavdêrî û pergalên parastina mûşekî de rastî zehmetiyên mezin were.
Endamên NATOyê çi qas pere ji bo parastinê xerc dikin?
Gumanên cidî yên Donald Trump li ser vê hevpeymaniyê hene. Serokê Amerîkayê xerckirina kêm a welatan a ji bo parastinê rexne dike.
Donald Trump, di dema propagandayên hilbijartinê de gotibû ku ew dê Rûsyayê teşwîq bike da ku êrişî wan welatan bike ku ji sedî 2yê Berhema Navxwe ya Xav (GDP) ji bo parastinê xerc nakin.
Sala 2014an, NATOyê ji hemû endaman xwestibû ku herî kêm ji sedî 2yê dahata xwe bidin parastinê.
Heta sala 2025an hemû welat gihîştin vê armancê.
Armanca nû ya endaman ew e ku heta sala 2035an lêçûnên parastinê bigihînin ji sedî 5ê berhema navxwe ya xav welatan.
Li gorî raporên navneteweyî, Amerîka sala 2024an nêzîkî ji sedî 66ê hemû lêçûnên parastinê yên welatên NATOyê girtiye ser milên xwe.
Her wiha Amerîka ji sedî 15ê budceya hevbeş a NATOyê ya ji bo baregeh û birêvebirinê dabîn dike.
Rêgirî li hemberî Rûsyayê
Sala 2023yan, fermandarên NATOyê planên berfireh ji bo rûbirûbûna êrişên îhtimalî yên Rûsyayê li herêmên Arktîk, Atlesa Bakur, Ewropaya Navendî yan herêma Deryaya Spî pesend kirin.
Her wiha NATOyê bi bicihkirina heşt grûpên şer li baskê xwe yê rojhilat ku hevsînorê Rûsyayê ye, parastina xwe xurt kiriye.
Her sê salan carekê rahênana leşkerî ya bi navê "Steadfast Defender" bi beşdariya 90 hezar leşkerî tê kirin. Rahênana bê ji bo sala 2027an hatiye plankirin.
Dr. Gavin Hall amaje bi hêza atomî kir û got, "Divê Ewropa hêza xwe ya atomî xurt bike."
Fransa û Brîtanya xwedî çekên atomî ne lê stokên wan li beramberî yên Rûsyayê gelekî biçûk in.
Veqetîneke karesatbar?
Endamtiya di NATOyê de rê dide artêşa Amerîkayê ku bêyî astengî baregehên Ewropayê bi kar bîne.
Heke NATO nebe, divê Amerîka bi her welatî re peymanên hevkariyê yên dualî yên parastinê îmze bike.
Taussigê hişyarî da û got, "Ji aliyê siyasî ve, veqetîna Amerîkayê ji vê hevpeymaniyê dê ji bo yekîtiya her du aliyên okyanûsê û rêgiriya NATOyê ya li hemberî Rûsyayê karesatbar be."
Wê her wiha bi bîr anî ku tenê carekê Madeya 5an a NATOyê hat çalakkirin, ew jî piştî êrişên 11ê Îlonê ji bo parastina Amerîkayê bû.
Gavin Hall texmîn dike ku Trump dibe ku gefa vekişînê wekî amûrekî zextê bi kar bîne da ku di mijarên mîna bazirganiyê yan bidestxistina Greenlandê de tawîzan bistîne.
Lê belê vekişîna Amerîkayê dê bibe nîşaneya wê yekê ku ewlehiya Ewropayê êdî ji bo Washingtonê ne giring e.