Ewropayê hişyarî da Tirkiyeyê: Mafên dengdêran bin pê nekin
Hewlêr (Rûdaw) – Raportorên saziyên Ewropayê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku mafên dengdêran bin pê nekin.
Raportorên saziyên Ewropayê derbarê rûdanên ku bandorê li demokrasiya xwecihî ya Tirkiyeyê dikin, nameyeke hevbeş belav kir.
Di nameyê de behsa girîngiya "mafên mirov, demokrasî û serweriya hiqûqê" tê kirin.
Name ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi re hat şandin.
Di naveroka nameyê de xala herî balkêş ew e ku rayedarên Ewropayê daxwaza "xebateke hevpar a ji bo çareserkirina pirsgirêkan" dikin.
Wan bang kir ku "Tirkiye ji bo pêkanîna erkên xwe yên demokratîk zêdetir were piştgirîkirin."
Heta niha kêm hatiye dîtin ku saziyên cuda yên Ewropayê ji bo mijarekê bi vî rengî bibin yek û bi daxuyaniyeke hevpar gavan biavêjin.
Di nameyê de hatiye diyarkirin ku pêwendiyên saziyên Ewropayê û Tirkiyeyê li ser bingehê nirxên hevbeş ên wekî demokrasî, mafên mirov û serweriya hiqûqê ava bûne.
Di nameyê de wiha tê gotin:
"Ji ber vê yekê, em bi hev re dengê xwe digihînin we. Armanca me ew e ku em fikarên xwe yên derbarê rûdanên dawî yên li ser demokrasiya herêmî bînin zimên.
Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, em li ser hûnandina xebateke hevpar bi we re biaxivin."
Mijara nûnerên girtî
Di nameyê de tê bibîrxistin ku doza Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ketiye sala xwe ya duyemîn û gelek nûnerên mixalefetê yên hatine hilbijartin jî ev demeke dirêj e girtî ne.
Di nameyê de tê gotin, "Ev rewşa heyî mafê dengdêran ê diyarkirina nûneran bin pê dike û bi giştî demokrasiyê qels dike."
Rayedarên Ewropayê da zanîn ku ew ji bo berdewamkirina diyalogê amade ne û dibêjin:
"Tirkiye hem endamê Konseya Ewropayê û hem jî şirîkê stratejîk ê Yekîtiya Ewropayê ye.
Em amade ne ku ji bo Tirkiye sozên xwe yên demokratîk bi cih bîne hîn bêhtir piştgiriyê bidinê."
Kesên ku name îmze kirine, dibêjin ku bi derbaskirina astengiyan re, dê di parastina nirxên demokratîk de pêşveçûnên berçav û mayînde pêk werin.
Kê name îmze kiriye?
Di binê nameyê de îmzeya van kesan heye:
- Raportorên Tirkiyeyê yên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Lord David Blencathra û Yves Cruchten
- Ji Kongreya Birêvebiriyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Bryony Rudkin
- Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (AP) Nacho Sanchez Amor
- Seroka Koma Xebatê ya Tirkiyeyê ya Komîteya Herêman a Ewropayê Jelena Drenjanin
Çi hat guhertin?
Taybetmendiya vê nameyê ew e ku saziyên cuda bi yek dengî tevgeriyane.
Hevkariya Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê di mijara Tirkiyeyê de mînakeke kêmpeyda ye.
Ev nîşan dide ku her çi qasî nasnameyên saziyan cuda bin jî di mijarên sereke de nêrînên wan yek in.
Rexneyên li ser sîstema qeyûman
Kongreya Birêvebiriyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê, Adara 2025an jî sîstema qeyûman a ku li şûna şaredarên hilbijartî tên tayînkirin, rexne kiribû.
Hatibû destnîşankirin ku dûrxistin, girtin û darizandina nûnerên herêmî ya bi hincetên "teror û gendeliyê", bingehên azadiyê û serweriya hiqûqê li Tirkiyeyê lawaz dike.
Tirkiye rexneyan red dike
Tirkiye rexneyên saziyên Ewropayê yên li ser mafên mirov û demokrasiyê qebûl nake.
Hikûmeta Tirkiyeyê van raporan wekî raporên "yekalî", "bêbingeh" û "dûrî rastiyê" dibîne.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êdî li şûna bersivên dirêj, bi kurtasî dibêjem "Em nirxandinên bêbingeh red dikin."