Axios: Îhtimala bidawîbûna şer di demeke nêzîk de xuya nake
Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî diyar kir ku îhtimala bidawîbûna şerê di navbera Îranê û Amerîka û Îsraîlê de di demeke nêzîk de xuya nake.
Şer piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû.
Di nûçeya Axiosê de hat destnîşankirin ku Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê ketiye qonaxeke ku "serdema Şerê Sar" tîne bîra mirovan.
Rewş xitimî ye
Di nûçeyê de rewşa navbera her du aliyan wekî "xitimî" hat pênasekirin û hat diyarkirin ku îhtîmala xelasbûna şer li asoyê xuya nake.
Her wiha di nûçeyê de cih da nirxandinên çend berpirsên ku serwextî mijarê neku navê wan berpirsan nehatiye eşkerekirin.
"Pevçûna cemidî"
Li gorî nûçeyê, berpirsan diyar kir ku ew dilgiran in Amerîka ber bi rewşeke "pevçûna cemidî" ve bikişe ku tê de ne şer heye ne jî peyman.
Berpirsan da zanîn ku ji bo hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn ên li Amerîkayê 6 meh mane.
Wan destnîşan kir ku di demekê wiha de ketina nava pêvajoya "pevçûna cemidî", ji bo Serok Donald Trump senaryoya herî xirab a ji aliyê siyasî û aborî ve ye.
"Naxwaze hêzê bi kar bîne lê gavan jî bi paş ve navêje"
Berpirsan anî zimên ku Trump di navbera du bijardeyan de maye.
Bijardeyek destpêkirina êrişên leşkerî yên nû ye, ya din jî ew e ku bi rêya cezayên darayî Îranê neçarî dan û standinan bike.
Berpirsan li ser Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku dikare wekî kesekî "bêhêvîbûyî lê rasteqîn" were pênasekirin ev tişt gotin:
"Naxwaze hêzê bi kar bîne lê gavan jî bi paş ve navêje."