Trump: Îran di qonaxa rûxînê de ye û dixwaze Tengava Hurmizê were vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku birêvebiriya Îranê ji wî re gotiye ku ew di "rewşa rûxînê" de ne.
Trump ragihand ku Tehranê xwestiye Tengava Hurmizê di demeke herî kurt de ji trafîkê re were vekirin.
Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Trump derbarê bipêşketinên navxweyî yên Îranê û daxwazên dan û standinan de wiha got:
"Îranê, nû ji me re ragihand ku ew di 'rewşa rûxînê de ne.
Ew dema hewl didin pirsgirêka serkirdayetiya xwe çareser bikin, ji me dixwazin ku em 'Tengava Hurmizê' di demke herî kurt de vekin. Ez bawer dikim ku ew dikarin bi ser bikevin!"
Amerîkayê plana Tehranê red kir
Ev daxuyaniya Trump, piştî pêşniyara nû ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hat.
Eraqçî ev pêşniyara xwe li Îslamabadê pêşkêş kiribû û tê de pirsa nukleerê di destpêkê de hatibû derxistin.
Li gorî nûçeyên Axios û Reutersê, Tehranê pêşniyar kiriye ku di qonaxa yekem de şer bê rawestandin.
Tehranê xwestiye garantî bê dayîn ku şer dê ji nû ve dest pê neke.
Pişt re jî dorpêça Amerîkayê bê rakirin û Tengava Hurmizê di bin kontrola Îranê de bê vekirin.
Her wiha Tehranê xwestiye ku dan û standinên nukleere tenê piştî van qonaxan bên kirin.
Lê belê rayedarên Amerîkayê yên ku ji Wall Street Journalê (WSJ) re axivîn diyar kir ku Serok Trump ji vê pêşniyarê ne razî ye.
Hat destnîşankirin ku li gorî Trump, Tehran di mijara rawestandina bernameya nukleere de bi "niyeta xerab" tevdigere.
Loma Trump dê peymaneke ku şerta bêçekkirina nukleerê li xwe negire qebûl neke.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di hevpeyvîneke xwe de got ku ev pêşniyara dawî ya Îranê "nayê qebûlkirin."
Berdevka Koşka Spî Olivia Walesê jî bi bîr xist ku "xetên sor" ên Washingtonê zelal in.
Walesê ducare kir ku divê meseleya nukleerê ji destpêkê ve were gotûbêjkirin.
Depoyên petrolê yên Îranê tije dibin
Dema ku asêbûna dîplomatîk didome, dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya ku 13ê Nîsanê dest pê kiriye, aboriya Îranê xeniqandiye.
Li gorî nûçeya WSJyê, hinartina petrola Tehranê sekiniye.
Tehran ji bo ku ji mesrefên rawestandina tam a hilberînê xilas bibe, li çareyan digere.
Îranê dest bi girtina petrola xav a di vagonên trênan de yan jî cihên "depokirina çopê" yên derveyî standartê kiriye.
Li gorî amarên şirketa daneyên enerjiyê Kplerê, stokên petrola Îranê beriya şer 4,6 milyon bermîl bûn.
Ev stok niha ji deh qatî zêdetir bûye û gihiştiye 49 milyon bermîlî.
Kapasîteya depokirinê ya Îranê bi giştî 95 milyon bermîl e.
Tê texmînkirin ku Îran dê di kêmtirî du hefteyan de hemû cihên xwe yên vala tije bike.
Ji ber vê yekê dê neçar bimîne hilberînê rawestîne.
Hat ragihandin ku rojên dawî ji ber dorpêça Amerîkayê herî kêm 6 tankerên ku petrola Îranê bar kiribûn ji rêya wan hatine vegerandin.