Li Almanyayê rêjeya jidayîkbûnê gihîştiye asta herî nizm
Hewlêr (Rûdaw) - Amarên Almanyayê nîşan didin ku jidayîkbûn li wî welatî gihîştiye asta herî nizm a ji sala 1946an û vir ve.
Ev yek Almanyayê bi krîzeke mezin a pîrbûna nifûsê re rû bi rû dihêle.
Li gorî amara Daîreya Amaran a Federal a Almanyayê ku roja sêşemê hat eşkerekirin, sala 2025an nêzîkî 654 hezar û 300 zarok li Almanyayê ji dayîk bûne.
Ev di demekê de ye ku sala berê 677 hezar û 117 zarok ji dayîk bûbûn ango rêje ji sedî 3,4 daketiye.
Ev çarem sal e ku li pey hev jidayîkbûn li Almanyayê kêm dibe.
Sala 2023yan 692 hezar û 989 zarok û sala berî wê jî 738 hezar û 819 zarok ji dayîk bûbûn.
Daîreyê her wiha eşkere kir ku sala 2025an hejmara miriyan nêzîkî 1,01 milyon kesî bûye.
Bi vî awayî hejmara miriyan 352 hezarî ji hejmara kesên ji dayîk bûne zêdetir bûye.
Ev wekî mezintirîn "kêmasiya jidayîkbûnê" ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem tê hesibandin.
Sedemên kêmbûna jidayîkbûnê
Daîreya Amaran a Almanyayê 2 sedemên sereke ji bo vê kêmbûnê nîşan dide:
“Ya yekem, kêmiya hejmara kesên ku salên 90î ji dayîk bûne û niha gihîştine temenê zarokanînê.
Ya duyem, kêmiya zayînê ya ji sala 2022yan û vir ve.”
Amar nîşan didin ku sala 2024an nêzîkî 19 milyon kes li Almanyayê 65 salî û ber bi jor bûye ku ev jî dike ji sedî 23yê nifûsa giştî.
Sala 1991ê ev rêje tenê ji sedî 15 bû.
Ev rewşa demografîk bûye sedema krîza siyasî, bi taybetî li ser mijara malnişîniyê.
Biryar e komîteyeke hikûmetê 30ê Hezîranê pêşniyarên xwe yên ji bo reforma di pergala malnişîniyê de eşkere bike.
Daxuyaniya Friedrich Merz a li ser meaşan
Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz hefteya borî ji ber daxuyaniyekê rastî rexneyên tund ên sendîkayan û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) hat.
Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz gotibû:
"Meaşê malnişîniyê yê dewletê divê tenê wekî dabînkirina debara destpêkê were dîtin."
Pişt re Merz eşkere kir ku di serdema hikûmeta wî de "ti birîn di meaşên malnişînan de" nayên kirin.