Zelenskyy pêşniyara civîna sêalî ya bi Trump û Putin re dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy daxwaza civîneke sêalî ya bi Trump û Putin re dike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro daxuyanî da rojnamegeran.

Volodymyr Zelenskyy da zanîn:

“Eger Putin bi civîneke dualî aramiyê nabîne, yan eger her kes dixwaze civîneke sêalî be, ez ti pirsgirêkan di vê de nabînim.

Ez ji bo her şêwazê amade me.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, daxwaza civînê ya li Tirkiyeyê bi Zelenskyy re red kiribû û Kremlînê jî ragihandibû ku civîna di navbera her du serokan de tenê piştî lihevkirinê dikare pêk were.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump dilgiran e ku heta niha Putin û Zelenskyy ji bo bidawîanîna şer negihiştine çareseriyeke guncav.

Zelenskyy her wiha ji Trump xwest ku cezayên tund bi ser sektorên enerjî û bankayan ên Rûsyayê de bisepîne û anî ziman:

“Em li benda cezayên Amerîkayê ne, Trump piştrast kir ku eger Rûsya raneweste, dê ceza werin sepandin.

Me du aliyên sereke bi wî re guftûgo kirin, enerjî û sîstema bankayan.

Gelo Amerîka dikare cezayan bi ser van her du sektoran de bisepîne?

Ez gelekî dixwazim ev biqewime.”

Volodymyr Zelenskyy berê li Washingtonê piştî ku Rûsyayê daxwaza Rojava ya agirbestê red kiribû û cezayên nû bi ser Moskowê de nehatibûn sepandin dilgiraniya xwe anîbû ziman.

Çend demjimêran piştî daxuyaniyên Zelenskyy, Ukraynayê êrişeke mezin a dronî li Rûsyayê pêk anî û nêzîkî 300 dron ber bi wî welatî ve şandin.

Berpirsên Rûsyayê jî ragihand ku êrişan ziyaneke kêm daye.

Zelenskyy li ser rewşa eniyên şer diyar kir ku Rûsya zêdetirî 50 hezar leşkerî li derdora herêma Sumiyê ya li bakurrojhilat kom kirine.

Zelenskyy amaje bi wê yekê jî kir ku Ukrayna heta niha ew “bibîrxistina” ku Rûsyayê soz dabû pêşkêşî Ukraynayê bike, wernegirtiye.