Merkel: Birîtanya dost e lê muzakere êdî nema
Brukssel (Rûdaw) – Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ragihand, zêdebarî biryara cudabûna ji Yekîtiya Ewropa (YE) lê belê Birîtanya her dost û hevpeymanê YEyê ye.
Angela Merkel bo beşdarbûn di civîna lûtke ya YE de serdana bajarê Brukssel ê payteta Belcîka û YEyê kir. Merkel li Bruksselê û berî destpêkirina civîna lûtke ya YEyê Merkel konfranseke rojnamevanî saz kir, ku Tora Medyayî ya Rûdawê jî tê de amade bû.
Merkel ragihand: “Ya giring ev e ku em heta niha jî Birîtanya wek dost û hevpeymanê xwe dizanin. Ew yek jî zêdebarî biryara wî welatî bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê ye.”
Merkel tekez kir, ku ew ti gotûbêj û danûstandinek fermî û nefermî bi Birîtanya re nakin, heta wê dema ku Birîtanya madeya 50 ji peymannameya welatên YEyê cîbicî dike.
Madeya 50 a peymannameya YE taybet bi biryara derketin ji endamîtiya YEyê ye û li gorî wê madeyê her welatek ku biryara terikandina wê yekîtiya dide, pêwîst e ku di navbera 2 salan de bi timamî ji yekîtiyê derkeve.
Piştî ku di referanduma roja 23ê Hezîran a îsal de xelkê Birîtanya deng bi derketina ji Yekîtiya Ewropayê dan, şarezarên siyasî li ser wê baweriyê ne, ku rola sereke ya Almanya di nav Yekîtiya Ewropayê de bihêztir dibe.
Roja 23ê Hezîranê referandumek seranserî li Birîtanya hat sazkirin û di wê referandumê de %51.9ê xelkê Birîtanya dengê Erê bo derketina ji YEyê bi kar anîn û %48.1ê xelkê jî dengê Na bi kar anîn û bi cih hiştina Yekîtiya Ewropayê red kirin.