Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya ji bo rêgirtina geşta geştiyarên pênc welatên piraniya wan misilman û Koreya Bakur kir û ev biryar rastî nîgeranî û berteka gelek kesan hat.
Donald Trump biryara rêgirtina geşta geştiyarên pênc welatên piraniya wan misilman û Koreya Bakur, ji bo welatê xwe weke serkeftineke mezin bi nav kir û got ku pêngavên dadgehê îsbat kir ku siyaseta Partiya Komarî rast e û karê demokratan û beşeke medyayê xelet e.
Trump diyar kir: “Ev biryar nîşan dide ku hemû êrişên medyayê û siyasetmedarên Partiya Demokrat xelet in. Em weke Partiya Komarî dixwazin ku sînorekî me yê bihêz hebe daku tawan li nav Amerîkayê neyê kirin. Tiştê ku Partiya Demokrat dixwaze ew e ku sînorekî vekirî hebe û ev yek jî bi xwe re gelek tawanan tîne.”
Lê belê ev biryar li cem gelek kesan nîgeranî û hêrsbûnek pêk anî, bi taybetî li cem misilmanên Amerîkayê.
Bi dehan kesên ku li derveyî avahiya Dadgeha Bilind a Amerîkayê civiyan, gotin ku vê biryarê ew bêhêvî û hêrs kirine.
Xwepêşanderekî bi navê Cenan Şibat dibêje: “Em hêrs bûne, em weke amerîkiyên xwedî bîrûbaweriyên nû, bêhêvî ne. Em bi hev re ne û em bi hev re ji bo rûbirûbûna vê siyasetê dixebitin, êdî ne giring e Dadgeha Bilind çi biryar dide.”
Peywendiya pêngavên Dadgeha Bilind bi biryara Serokê Amerîkayê heye ku rê li ber geşta welatiyên Îran, Lîbya, Somalî, Sûriye, Yemen û Koreya Bakur bo Amerîkayê digre.
Xwepêşanderên li ber Dadgeha Bilind radigihînin ku biryara dadgehê piştgiriya siyaseta dijî koçberan a Donald Trump e û ev jî li dijî bingeha Amerkayê ye ku li ser wê bingehê hatiye damezrandin.
Çend salên berê li Amerîkayê hinek bûyerên tundiyê qewimîn û piştre DAIŞê berpirsiya hinek bûyeran li xwe girt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse