Ronald Griffith: Niha dema serxwebûna Kurdistanê ye
Waşingotn (Rûdaw) – Serfermandarekî xanenişînkirî yê Amerîkayê dibêje: “Niha dema serxwebûna Kurdistanê ye û pêwîst e Amerîka binkeya serbazî li Kurdistanê hebe.”
Li Waşington a paytexta Amerîkayê, îro Înê 28ê Tîrmeha 2017ê panêlek derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatiye sazdan, ku çendîn rayedarên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê, û herwiha Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tê de beşdar bûne.
Di wê panêlê de, serfermandarê xaninişînkirî yê Amerîkayê, General Ronald Griffith ragihand: “Niha dema serxwebûna Kurdistanê ye û dive Amerîka piştgiriya wê hewla Herêma Kurdistanê bide.”
Ronald Griffith got: “Divê Tirkiye û welatên din têbigihîjin, ku referanduma Herêma Kurdistanê gef nîne, divê em pişgiriyê li referandumê û daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê bikin.”
Wî generalî amerîkî rexneyên tund li hikûmeta Iraqê girt û got, ku Bexda dostê Amerîkayê nîne û destnîşan kir: “Divê Amerîka hevkariyên xwe yên bo hikûmeta Iraqê kêm bike û hevkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê zêde bike.”
Gen. Ronald Griffith herwiha diyar kir: “Pêwîst e Amerîka binkeya serbazî li Kurdistanê hebe, her weke çawan ku li Kuweytê hebe.”
Tê nûkirin…