Amerîka û Rûsya îro li ser çekên atomî dicivin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro Amerîka û Rûsya gera yekem a gotûbêjên atomî yên taybet bi sînordarkirina cebilxaneyên çekên atomî li Cenevê destpê dikin.
Di çarçoveya wan gotûbêjan de, Wendy Sherman, Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Cenevê ligel Sergey Raybkov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dicive.
Civîna herdû aliyan, piştî civîna Hezîrana borî di navbera Biden û Putin de tê kirin, ku tê de herdu serokan pabendbûna xwe bi destpêkirina gotûbêjan û danûstandinan bo kontrolkirina çek û metirsiyên wan û çêkirina çekên atomî ragihandin.
Gotûbêjên Amerîka û Rûsyayê li ser bingeha peymannameya nû ya taybet bi kêmkirina çekên stratîcîk hatine rêkxistin, ku Barack Obama, serokê berê yê Amerîka ligel hevtayê xwe yê Rûsî li Prague ya paytexta Czechê di Nîsana 2010an de îmze kiribû.
Peymanname bi navê New Start, wata destpêka nû hatiye naskirin, heta hêviyekê bide peywendiyên navbera Amerîka û Rûsyayê, ku di navbera herdû welatan de gihiştibû qonaxa bê baweriyê di asta çekên atomî yên herdû aliyan de.
Peymannameya Atomî ya New Start, herdû aliyan neçar dike bi hilgirtina herî zêde:700 Kumên atomî li nav binkeyên bejî,1550 mûşekên atomî di jêrderyayiyan de, ligel 800 sekoyên cîhgir û gerok ên taybet bi avêtina mûşekên balîstîk û bombeyên atomî û pêkanîna 18 pişkinînan di salekê de bo pêgehên atomî yên hevdû
Gotûbêjên atomî yên Amerîka û Rûsyayê çend mijarên aloz di navbera herdû aliyan de li xwe digirin, ku ewlehiya Internetê, Ukrayna û nîvçe girava Krîmiyayê, hersê dosyeyên Îran,Sûriye û Efxanistanê beşek ji wan e.