Êrişî dêrê hat kirin: 38 kuştî û 15 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Demokratîk a Kongoyê, koma serhildêr a bi navê Hêzên Demokratîk ên Hevpeyman (ADF) êrişî dêrekê kir û herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Li Komandaya parêzgeha Ituriyê di êrişa koma çekdar a Hêzên Demokratîk ên Hevpeyman de hejmara miriyan zêde bû.

Rayedaran ragihand ku hejmara kesên di êrişê de mirine derketiye 38an, 15 kes birîndar bûne û hîn jî agahî ji hinek kesan nayê wergirtin.

ADFya ku ji serhildêrên berê yên Ugandayî pêk tê û sala 2019an sonda pêbendbûnê bi DAIŞê re xwariye, li bajarokê Komandayê bi ser dêreke Katolîk de girt ku xelk ji bo îbadetê lê kom bûbû.

Êriş piştî aramiyekê pêk hat ku bi mehan li herêma Ituriyê ya li ser sînorê Ugandayê dom kir.

Êrişa mezin a dawî ya ADFyê meha sibatê li herêma Mambasayê bûbû sedema mirina 23 kesan.

Bajarokê Komandayê yê li herêma Irumuyê navendeke bazirganiyê ye ku sê parêzgehên din ên wekî Tshopo, Kivuya Bakur û Maniemayê bi hev ve girê dide.

ADF di eslê xwe de komeke ji serhildêrên Ugandayî pêk tê ku piraniya wan Misilman in.

Tevî ku artêşa Ugandayê li gel hêzên çekdar ên Kongoyê li herêmê bi cih bûye jî ADFyê bi hezaran sivîl kuştin û li bakurrojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê talan û kuştin zêde kirin.