Di navbera Tayland û Kamboçyayê de agirbest hat îlankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm ragihand ku ji bo ku di navbera Tayland û Kamboçyayê de agirbesteke bêmerc têkeve dewrê, lihevkirin çêbû.
Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet û Alîkarê Serokwezîrê Taylandê Phumtham Wechayachai ji bo rageşiya li sînorên xwe bi navbeynkariya Malezyayê li bajarê Kuala Lumpurê civiyan.
Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm ragihand ku piştî hevdîtina agirbestê her du aliyan li hev kir ku li gorî saeta herêmî ji 00.00î pê ve agirbesta "bilez û bêmerc" têkeve dewrê.
Tayland û Kamboçya li herêma Başûrê Rojhilata Asyayê ne û 817 kîlometre sînorê wan bi têlên sînor ji hev hatiye veqetandin.
Her du welat demeke dirêj e ku li ser axê li hev nakin.