Rûsyayê êrişî Kîevê kir: Li Polonyayê alarm heye
Hewlêr (Rûdaw) – Ukraynayê ragihand ku di êrişên şeva borî yên Rûsyayê de herî kêm 3 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Polonyayê ji bo parastina asmanê xwe balafirên xwe yên şer xistin nava liv û tevgerê.
Li herêma Kîevê ya Ukraynayê hişyariya êrişa esmanî hat dayîn û Birêvebiriya Leşkerî ya Kîevê jî ragihand ku Rûsya bi dron û mûşekan êriş dike.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di êrişên Rûsyayê de herî kêm 4 kes hatine kuştin ku yek ji wan zarokekî 12 salî ye.
Vitali Klitschko berê dabû zanîn ku paytexta Ukraynayê rastî êrişeke "berfireh" hatiye û ji xelkê xwestibû ku di stargehan de bimînin.
Vitali Klitschko li ser hesabê xwe yê Telegramê got, "Bi giştî, 5 birîndar hene" û amaje bi wê yekê kir ku tîman ew veguhastine nexweşxaneyê.
Parêzgarê Herêma Zaporizhzhiayê ya li başûrrojhilatê Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê de herî kêm 4 kes birîndar bûne.
“Ev şerekî li dijî xelkê sivîl e”
Birêvebirê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andrii Yermak anî ziman:
"Careke din, avahiyên niştecihbûnê û binesazî tên armanckirin.
Careke din, ev şerekî li dijî xelkê sivîl e.
Ji bo van kiryaran dê bersiva me hebe lê divê gurzên aborî yên Rojava yên li dijî Rûsyayê jî bihêztir bin."
Hêzên Çekdar ên Polonyayê li ser tora civakî ya Xê ragihand ku wekî bersiveke êrişên Rûsyayê yên li Ukraynayê, wan balafirên xwe yên şer li esmanê welatê xwe xistine rewşa amadehiyê û sîstemên xwe yên parastina esmanî jî xistine asta herî bilind a amadehiyê.
Hêzên Çekdar ên Polonyayê amaje bi wê yekê kir ku ew gav wekî tedbîrên xweparastinê ne û armanca wan parastina esmanê Polonyayê û welatiyên wê ye.
Gelek welatên Ewropayê di van çend hefteyên borî de Rûsya bi binpêkirina esmanê xwe tohmetbar kiribûn.
NATO di wê baweriyê de ye ku Rûsya dixwaze hêz û berxwedana wan biceribîne.
Rûsyayê roja şemiyê red kiribû ku plana wê ya êrişkirina li ser welatekî NATOyê hebe û hişyarî da ku her êrişeke bi wê hincetê ya li Rûsyayê dê bibe sedema bersiveke tund.
Kîev û Moskowê roja şemiyê her wiha ragihand, Santrala Atomî ya Zaporizhzhiayê ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kontrolkirin û santrala herî mezin a Ewropayê ye, 4 roj in ji kar ketiye.
Vê yekê dilgiraniyên li ser îhtimala rûdaneke atomî zêde kirine.