Sosyalîst Enternasyonal: Divê Heşda Şeibî ji Kerkûkê vekişe

28-11-2017
RÛDAW
Nîşan Sosyalîst Enternasyonal Iraq Kurdistan Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxsitina cîhanî ya Sosyalîst Enternasyonal daxwaz dike Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişe. Sosyalîst Enternasyonal herwiha radigihîne ew hemû awayê tundiyên li hember gelê kurd qebûl nakin.

 

Di navbera rojên 25 û 26ê Mijdarê de li bajarê Barselona ya paytexta Katelonyayê civîna Sosyalîst Enternasyonal birêve çû.

 

Piştî civînê rêxistina Sosyalîst Enternasyonal di beşekê daxuyaniya xwe de taybetî cîh da Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ragihand: “Sosyalîst Enternasyonal piştgirî li cîbicîkirina Destûra Iraqê dike û daxwaza rawestadnina her cure tûndiya li dijî gelê Kurd dike.”

 

Sosyalîst Enternasyonal rekarên leşkerî yên hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dike û vê yekê weke binpêkirina Destûra Iraqê binav dike. Herwiha bang li hikûmeta Iraqê dike da ku ji bo çareseriya rewşê rêyeke aştiyane peyda bike, beşdarbûna Kurdan a di desthilatê de pêk bîne, rê bide wan ku di çarçoveya destûrê de desthilata wan hebe.

 

Di daxuyaniya xwe de Sosyalîst Enternasyonal daxwazê ji Bexdayê dike bêyî mercên pêş danûstandinan li gel Herêma Kurdistanê bike û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê parêzgariyê li mafên Kurdan bike û hêzên milîsî li wir vekişe.

 

Sosyalîst Enternasyonal rêxistineke siyasî ya cîhanî ye û ji partiyên sosyalîst ên cîhanê pêk tê. Armanca avakirina rêxistinê damezrandina sozyalîzmeke demokratîk e. Baregaha sereke ya vê rêxistinê li Londonê ye. Di nava partiyên Kurdan jî de Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) xwedî endamtiya tam e û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî weke partiyên şêwirmend in.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst