Welatên YE li ser rewşa koçberan dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Fransa û çend welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro Yekşemê 28ê Mijdara 2021ê, bo gotûbêjkirina mijara koçberên “Kanala Ingilîz” dicivin, lê Brîtanya bo civînê nehatiye vexwendin.

Biryar e îro Yekşemê piştî nîvro, wezîrên navxwe yên welatên Fransa, Almanya, Holanda û Belçîkayê li bajarê Calaisê yê bakurê rojavayê Fransayê bicivin.

Armanca civînê gotûbêjkirina pirsa koçberên rêya deryayî “Kanala Ingilîz” e ku aloziya siyasî di navbera Brîtanya û Fransayê de çêkiriye û vê yekê jî wiha kir ku berpirsên Fransî hevtayên xwe yên Brîtanî venexwînin civînê.

Civîn taybet e bi dîtina çareseriyekê bo sînordarkirina karê grûpên qeçaxçî û wan torên ku belemên text û lastîkî peyda dikin ku take rêya derbasbûna koçberan e di Kanala Ingilîz re bo Brîtanyayê.

Civîn piştî wê yekê tê kirin ku roja 24ê vê mehê belemeke koçberan niqûm bû û di encam de 27 koçber xeniqîn, di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin da zanîn ku armanca civînê baştirkirina karê wan ê hevbeş e dijî qeçaxçiyan û got, “Qeçaxçiyên koçberan bi toreke navdewletî ya bi qeçax birina mirovan ve girîdayî ne ku li çend welatên cuda yên Ewropayê kar dikin.”