Şertê Putin ê rawestandina şer: ‘Divê Ukrayna vekişe’

Hewlêr (Rûdaw) - Vladimir Putin diyar kir ku birêvebiriya Ukraynayê bi nekirina hilbijartinên serokatiyê meşrûiyeta xwe winda kiriye û got, "Wateya îmzekirina rêkeftinan a bi birêvebiriya Ukraynayê re nîne."

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Bişkeka paytexta Qirxizistanê piştî Lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf (KGAO) civîneke çapemeniyê li dar xist.

Putin di civînê de mijarên rojevê nirxandin û behsa "plana aştiyê" ya ku birêvebiriya Amerîkayê ji bo çareseriya krîza Ukraynayê amade kiriye kir.

Putin li ser pêvajoya beriya amadekirina planê agahî dan û got:

"Pêşnûmeyên planê li holê tunebûn. Tenê hinek pirs hebûn ku dihat xwestin bên gotûbêjkirin û formulekirin.

Beriya Lûtkeya Alaskayê me ev mijar bi dan û standinkarên Amerîkayî re pirsî.

Piştî vê yekê lîsteyeke rêkeftinê ya muhtemel ku ji 28 madeyan pêk tê hat amadekirin.

Ev bi rêya kanalên taybet ji me re hat şandin. Me ev lêkolîn kir."

Mizakereyên li Cenevreyê

Putin anî zimên ku piştî vê yekê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê di navbera Amerîka û Ukraynayê de mizakereyên li ser planê hatine kirin û wiha axivî:

"Di van hevdîtinan de dan û standinkaran di navbera xwe de biryar da ku divê ev 28 made li ser 4 pêkhateyan bên dabeşkirin.

Hemû ev agahî ji me re hatin şandin. Bi giştî, em difikirin ku ev dikare bibe bingehek ji bo rêkeftinên muhtemel.

Em dibînin ku aliyê Amerîkayî hinek xisûsên helwesta me ya beriya lûtkeyê û ya pişt re li ber çavan girtine. Divê em li ser hinek xisûsan biaxivin."

Putin îfade kir ku niyeta wan a êrişkirina Ewropayê nîne û anî ziman:

"Ev tiştekî komîk e. Me qet nexwestiye tiştekî wiha bikin.

Lê eger dixwazin vê yekê ji me bibihîzin, de ka em vê tomar bikin.

Ev bi temamî derew e. Belkî ev ji bo ewlehiya hevpar a Ewropayê girîng be.

Nexwe divê em rûnin û van hemûyan bi awayekî cidî gotûbêj bikin.

Çimkî girîngiya her peyvekê heye."

"Divê hêzên Ukraynayê vekişin"

Putin pirsa "Kengî pirsgirêka axa Donbasê çareser dibe?" bersivand û da zanîn:

"Pevçûn tenê dê wê demê bi dawî bibin dema ku yekîneyên Ukraynayê ji wan axên ku lê bi cih bûne vekişin.

Eger ew venekişin, em dê bi rêya çekan bigihêjin armancên xwe."

Serokê Rûsyayê diyar kir ku artêşa Rûsyayê li Ukraynayê di hemû eniyan de bi pêş dikeve û bajarên Krasnoarmeysk (Pokrovsk) û Dîmîtrov (Mîrnograd) ên herêma Donetskê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine dorpêçkirin û got:

"Ji sedî 70yê Krasnoarmeyskê di bin kontrola hêzên Rûsan de ye. Qebareya axa ku tê girtin her meh zêde dibe."

Putin bal kişand ser wê yekê ku artêşa Ukraynayê windahiyên mezin dane û şiyana xwe ya parastinê winda kiriye û anî ziman, "Ukraynayê meha 10an 47 hezar leşkerên xwe ji dest da."

"Em dixwazin di xalekê de li hev bikin"

Putin diyar kir ku li Ukraynayê gelek kes dixwazin bi Rûsyayê re pêywendiyên demdirêj deynin û got:

"Bê guman em dixwazin di xalekê de bi Ukraynayê re li hev bikin lê ev yek niha ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan e.

Li gorî wan kî bixwaze û guncav be dikare mizakereyan bike lê pêdiviya me bi wê yekê heye ku biryarên me ji aliyê lîstikvanên sereke yên navneteweyî ve bên naskirin."

Putin diyar kir ku birêvebiriya Ukraynayê bi nekirina hilbijartinên serokatiyê di dema şer de xeletiyeke stratejîk kiriye û got:

"Wateya îmzekirina rêkeftinan a bi birêvebiriya Ukraynayê re nîne.

Birêvebiriya wan ji tirsa namzediya serokatiyê xeletiyeke bingehîn û stratejîk kir û statuya rewa ya serokatiyê winda kir."

Putin li ser planên Yekîtiya Ewropayê yên bidesxistina hebûnên Rûsyayê yên cemidandî jî axivî û anî ziman ku hikûmeta Rûsyayê bersiva ku dê bide vê gavê amade kiriye.