Fîdan û Wadephul pirsên Rûdawê yên li ser rewşa rojavayê welêt û pêvajoyê bersivandin

Berlîn (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku bi serdaneke fermî li Almanyayê ye, bi hevtayê xwe yê Alman Johann Wadephul re civiya û piştre konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Hakan Fîdan û Johann Wadephul di konferansa rojnamegeriyê de pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê yên derbarê pêvajoya çareseriyê û rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê bersivandin.

“Em piştgiriya Sûriyeyeke piretnîkî dikin”

Ala Şaliyê ji Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul pirsî, "Hûn çawa piştgiriya Kurdan li Sûriyeyê dikin?"

Wadephul wiha bersiv da:

"Em li Sûriyeyê piştgiriya welatekî xwedî serwerî û piretnîkî dikin.

Me di civîna xwe ya bi Ehmed Şer re de jî tekezî li ser vê yekê kiriye."

“Pêvajo baş bi rê ve diçe”

Her wiha Nûçegihana Rûdawê derbarê pêvajoya çareseriyê pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir.

Hakan Fîdan got, "Şikur ji Xwedê re, pêvajoya aştiyê bi awayekî baş bi rê ve diçe."

Fîdan ji Rûdawê re diyar kir, "Karên me yên di çarçoveya pêvajoyê de didomin û welatên Ewropayê jî, bi taybetî Almanya piştgiriya erênî didin pêvajoyê."

Vîzeya Schengenê û Yekîtiya Ewropayê

Di konferansê de Hakan Fîdan bal kişand ser pirsgirêka vîzeyê û got:

"Çareserkirina pirsgirêka vîzeya Schengenê ji bo me girîng e, Almanya hevparekî girîng ê bazirganiyê yê Tirkiyeyê ye."

Fîdan anî ziman ku wan bi Almanyayê re behsa plana aştiyê ya Xezeyê û şerê Ukraynayê kiriye û anî ziman, "Pêwîst e alîkariya mirovî bigihêje Xezeyê."

Fîdan li ser rewşa Sûriyeyê jî axivî û ragihand, "Bihezkirina hikûmeta Sûriyeyê, serweriya axa wê û yekparçeyiya wê girîng e."

“Divê endamtiya Tirkiyeyê were gotûbêjkirin”

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî da zanîn:

"Pêwîst e Tirkiye roleke baştir a parastinê bibîne, ew her dem endameke cihê baweriyê ya NATOyê bûne.

Pêwîst e endamtiya Tirkiyeyê ya di Yekîtiya Ewropayê de were gotûbêjkirin."

Johann Wadephul derbarê Sûriyeyê jî got, "Em piştgiriya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin, divê serweriya Sûriyeyê were parastin."

Pirsên Ala Şaliyê û berisvên wezîrên karên derve yên Tirkiye û Almanyayê wiha ne:

Rûdaw: Di pêvajoya çareseriyê de ku li Tirkiyeyê wekî (Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror) tê binavkirin, Almanya û Yekîtiya Ewropayê çawa dikarin alîkariyê bikin? Tirkiye çawa li çareseriya nenavendî ya ji bo Sûriyeyê dinêre?

Hakan Fîdan: Şukur, bi awayekî erênî birêve diçe. Bi rastî bidawîhatina terorê li Tirkiyeyê û tacîdarkirina vê yekê di pêvajoyeke wiha de, yek ji armancên me yên stratejîk e. Xebatên me yên di vê derbarê de berdewam dikin. Em bi eşkereyî spasiya wê piştgiriya erênî dikin ku Ewropa û di serî de jî Almanya di vê mijarê de pêşkêş dike.

Bêguman li vir hinek mijarên girîng û hûrgilî hene ku divê amaje bi wan bê kirin. Wekî tê zanîn, tevgera terorê ya ku di nava 40 salên borî de bi destê PKKyê li herêmê dest pê kiriye, lingê wê tenê ne Tirkiye ye. Yanî Îraq heye ku ev ling lê heye, Sûriye heye ku ev ling lê heye û Îran heye ku ev ling lê heye.

Bi taybetî li Almanyayê hejmareke zêde ya endamên PKKyê hene. Li gorî rapora Dezgeha Parastina Destûra Almanyayê, nêzîkî 14 hezar endamên PKKyê li Almanyayê niştecih in.

Niha pirs ev e, em çawa dikarin çalakiyên rêxistina terorê ya PKKyê li van çar welatan ji terorê ber bi arasteyeke cuda ve bibin? Kurteya wê ev e.

Pêwîst e ew rewşên ku li Ewropa, Tirkiye, Îraq p Sûriyeê terorê çêdikin, ji holê bên rakirin û li vir pêwîst bû ku em bi awayekî cidî rûbirûyî terorê jî bibin.

Niha dema ku pêvajoya Tirkiyeyê û ew pêvajoya ku li Sûriyeyê bi awayekî eşkere di sala borî de serî hildaye bi awayekî erênî bên meşandin, dê wekî amûreke gelekî girîng ji bo bidawîanîna terorê bi rêyên aştiyane were bikaranîn.

Hevkarê min jî amaje pê kir. Bêguman yekparçeyiya ax û serweriya Sûriyeyê zehf girîng e.

Di vê mijarê de ez bi wî re hevnêrîn im. Li Sûriyeyê, li şûna hewldana ji bo dabeşkirinekê di paşerojê de, di rastiyê de pêdivî bi sîstemekê heye ku tê de hemû xelk xwe wekhev hîs bikin, wekhev bin, ji derbirîna nasname û çanda xwe netirsin, mafê wan ê vê yekê hebe.

Di heman demê de destê wan bigihîje temamiya wê xweşguzariya ku welat û civak hildiberîne û bikarin di temamiya hêza welat de bibin xwediyê biryara hevpar.

Bi rastî, ez bawer nakim ku hewldana bikaranîna sîstemên kevn li herêmê karekî aqilane be.

Ez bawer dikim Sûriyeyeke modern ku li ser bingeha welatîbûna wekhev a destûrî hatibe avakirin û hemû kes hîs bikin ku welatiyên wekhev ên wî welatî ne, bikarin nasnameya xwe der bibirin û ji hemû maf, azadî û xweşguzariyê sûdê wergirin, baştirîn 'endezyariya siyasî ye ku mirovahiyê bi pêş xistiye.

Eger di vê derbarê de gavan biavêjin, ji bo wan bi xwe jî dê baş be. Lê wekî min got, em ne di rewşekê de ne ku îdeolojiya siyasî ya xelkê biguherin, lê metodolojiya wan a siyasî girîng e.

Pirsgirêk li vir e ku xelk ji bo gihîştina armancên xwe yên siyasî, tundiya siyasî bi kar bînin û penayê bibin ber terorê. Tiştê ku em hewl didin jê rizgar bibin ev e.

 Ne ew ramanên ku hene. Tu bi ramanan rûbirûyî ramanan dibî, zemîneke din ava dikî lê em hewl didin wan pêkhateyên ku tundiya siyasî û terorê wekî amûr bi kar tînin, bi rêya wan mekanîzmayên ku me damezirandine, ji holê rakin.

Înşalah em hêvîdar in bi hev re bi ser bikevin. Ji ber ku pêdiviya herêma me bi vê heye. Herêma me demeke dirêj e heqê vê yekê dike.

Rûdaw: Gelo Almanya piştgiriya çareseriya nenavendî û federalî dike ji bo mafên Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê?

Johann Wadephul: Em piştgiriyê didin pêvajoyekê li Sûriyeyê ku hemû komên dînî û neteweyî tê de beşdar bin. Min li Şamê bi Ehmed Şer re ev mijar gotûbêj kir, têgihiştina wî jî wisa bû.

Em bi yekparçeyiya Sûriyeyê ya di nav sînorên wê de ne, yan wan cihên ku li ser asta navneteweyî hatine pesendkirin lê belê pir girîng e ku li nav Sûriyeyê beşdarî bi hemû koman were kirin.

Di dawiyê de ev mijareke serweriyê ye û girêdayî Sûriyeyê ye bê ka dê bibe çi cure dewletek û divê ew li wir were çareserkirin û ti bandorek li ser vê nîne.

Bi baweriya min dikare aramî ji bo wê dewletê were bidestxistin eger hemû komên neteweyî werin beşdarkirin.

Ez geşbîn im ku îradeya siyasî ji bo vê yekê heye. Helbet dê derengmayîn çêbibe, ji ber ku di dîrokê de gelek binpêkarî hatine kirin.

Ez dibînim ku amadehiyeke mezin heye ji bo berdewamkirina wê rêyê li Sûriyeyê û li ser asta navneteweyî jî.