Swêd û Sûriyeyê li hev kir: Tawanbar dê werin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmetên Swêd û Sûriyeyê li ser vegerandina welatiyên Sûriyeyî yên ku li Swêdê sûc kirine û ceza xwarine li hev kir.

Wezîrê Koçê yê Swêdê diyar kir ku hevkariya li ser vê mijarê şertek e ji bo dayîna alîkariya darayî ya ku Swêd ji bo aramiya Sûriyeyê pêşkêş dike.

Wezîrê Koçê yê Swêdê Johan Forssell ji medyaya welatê xwe re ragihand, her welatiyê Sûriyeyî ku li Swêdê sûcan bike, divê were dersînorkirin.

Forssell amaje bi wê yekê jî kir ku dersînorkirina wan kesan di vê rewşê de zehmet e, loma hikûmeta Swêdê daxwaz ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kiriye ku ji bo lezkirina pêvajoya vegerandina koçberan alîkar be.

Niha hikûmeta Swêdê di destê hevpeymaniyeke rastgir a navendî de ye ku ji bo derbaskirina siyasetên xwe yên li parlamentoyê pişta xwe dide partiya rastgir a tundrev a Demokratên Swêdê (SD).

Vê yekê jî wisa kiriye ku ji bo razîkirina wê partiyê, siyaseta koçberiyê ya li Swêdê tundtir bibe.

"Yên sûcan dikin naxwazin bibin beşek ji civaka Swêdê"

Li gorî medyaya Swêdê, niha li Swêdê 128 Sûriyeyî hene ku ji ber sûcan biryara dersînorkirinê ji bo wan hatiye dayîn lê hîn jî li welêt mane.

Wezîrê Koçê yê Swêdê ji medyaya welatê xwe re got:

"Beşeke wan sûcên gelekî metirsîdar kirine. Pirs li ser gefa li ser ewlehiya niştimanî jî heye.

Bi kirina sûcan li Swêdê, wan kesan bi destê xwe biryar daye ku nebin beşek ji civaka Swêdê, lewma divê bên dersînorkirin."

Li gorî medyaya Swêdî, Wezîrê Koçê yê wî welatî ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re ragihandiye, ew alîkariya darayî ya ku Swêd û welatên Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî Şamê dikin, ji bo wê yekê ye ku Sûriye rabe ser pêyan lê di heman demê de ji bo kêmkirina hejmara Sûriyeyiyan a li derve û lezkirina pêvajoya dersînorkirina wan e.

Swêd daxwaza vegerandina penaberan dike

Johan Forssell ji rojnamegeran re ragihand:

"Di dema dayîna alîkariya bipêşxistinê de, em li benda encam û hevkariyê ne ji wî welatê ku em pereyan didinê.

Ew jî wergirtina welatiyên wan li xwe digire, bi taybetî yên ku sûc kirine. Eger ew çênebe, ti alîkariya din a bipêşxistinê nabe."

Forssell xeyn ji sûcdaran, behsa vegera wan Sûriyeyiyan jî kir ku bi dilê xwe vedigerin û dikarin ji bo xerciya geşta xwe sûdê ji alîkariya darayî wergirin.

Li gorî biryarê tîmeke teknîk a Sûriyeyê dê here Swêdê da ku hûrgiliyan li ser dosyayên takekesî bike û mijarên wekî nasnameyê zelal bike.

Hikûmeta Swêdê derbarê dema dersînorkirinê demeke diyarkirî destnîşan nekiriye, ji ber ku rewşa Sûriyeyê hîn jî ne aram e.

Forssell jî li ser mijarê biland, "Nirxandina takekesî tê kirin. Eger metirsiya şkencekirinê li ser kesekî hebe, em wî dersînor nakin."

Li Swêdê çi qas Sûriyeyî hene?

Li gorî Ofîsa Amarên Swêdê, sala 2024an 196 hezar û 152 kes li Swêdê dijiyan ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûne.

Hejmara niştecihên Swêdê heta Îlona 2025an nêzîkî 10,6 milyon kesan bû.

Dawiya 2024an, ji sedî 20,8ê niştecihên Swêdê ew kes bûn ku li derveyî welêt ji dayîk bûne.

37 hezar dolar ji bo vegerê

Ajansa Koçê ya Swêdê dibêje, ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an ve ew dê wî pereyî zêde bikin ku wekî "xelata vegerê" didin koçberan.

Li gorî biryarê, her kesekî pêgihiştî ku vegere, dikare 350 hezar kronan (zêdetirî 37 hezar dolar) wergire.

Ji bo zarokan 25 hezar kron (zêdetirî 2 hezar û 600 dolarî) hatiye veqetandin.

Her malbatek jî dikare heta 600 hezar kronan (zêdetirî 63 hezar û 500 dolarî) wergire.

Birêvebira Giştî ya Ajansa Koçê ya Swêdê Maria Mindhammar dibêje, "Armanc hêsankarî ye ji bo wan kesên ku dixwazin li welatê xwe yan welatekî din dest bi jiyanê bikin."

Li hêla din, sala 2025an 109 daxwaznameyên ji bo vegerê gihiştine ajansê.