Ji bo koçberan rêbazên nû: Fransa dest bi operasyonên astengkirinê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Fransayê ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de dest bi rawestandina wan botên koçberan bikin ku hewl didin bi rêya Deryaya Manşê û bi botên biçûk derbasî Brîtanyayê bibin.
Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku ji serê salê ve nêzîkî 40 hezar koçber gihiştine peravên Brîtanyayê.
Zêdebûna hejmara koçberên ku hewl didin bi botên biçûk Deryaya Manşê derbas bikin, hikûmeta Brîtanyayê xistiye bin zexta giran a mixalefetê û raya giştî.
Fransa, her çi qasî ji bo rêlibergirtina derbasbûna neyasayî ewlehiya peravên xwe zêde kiribe jî heta niha vebijêrka midaxeleya li deryayê ji ber metirsiya ku jiyana rêwiyan bikeve xetereyê nedihat sepandin.
Li deryayê “operasyona kontrol û astengkirinê” dest pê dike
Desthilata Deryayî ya Deryaya Manşê û Deryaya Bakur a Fransayê (PREMAR) ragihand ku dê di demeke kurt de li deryayê "operasyonên kontrol û astengkirinê" dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbasbûna botên biçûk dê bi awayekî çalak were rawestandin.
Berdevkê saziyê diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku bêyî jiyana koçberan bixin xetereyê, dema ew hîn li botan siwar nebûne rê li ber wan bigirin.
Koçber ji bo van rêwîtiyên xeternak piranî bi hezaran euroyan didin qaçaxçiyan.
Rêxistinên mafên mirovan dilgiraniyên xwe yên derbarê îhtimala bikaranîna toran a ji bo rawestandina botan anîn zimên lê PREMARê daxuyand, “Derbarê vê rêbazê de hîn biryarek nehatiye dayîn.”
Derbasbûn zêde dibin, windahî didomin
Li gorî amarên fermî, îsal herî kêm 27 koçberan dema hewl dida Deryaya Manşê derbas bikin canê xwe ji dest daye yan jî winda bûne.
Hejmarên hikûmeta Brîtanyaê jî nîşan didin ku ji 1ê Kanûna Paşîn ve hejmara koçberên ku bi botên biçûk gihiştine welêt 39 hezar derbas kiriye.
Ev hejmar, ji hejmara giştî ya sala 2024an ku 36 hezar û 816 bû zêdetir e lê li pey sala 2022yan maye ku bi 45 hezar derbasbûnan wekî sala rekorê hatibû tomarkirin.