Ukrayna bo welatên Rojava: Nebin alîkarên belavkirina tirsê
Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku krîz û aloziya li gel Rûsyayê berdewam e, Ukrayna daxwaz ji welatên Rojava û Amerîkayê dike ku “nebin alîkarên belavkirina tirsê.”
Manora serbazî ya Rûsyayê
Hêzên deryayî yên Rûsî li Deryaya Reş manoreke serbazî encam dan, jibilî hêlîkopter û balefir, keştiyên şer manora serbazî bûn.
Ukrayna yê berî nia diyar kiribû ku Rûsyayê 6 keştiyên mezin ên balefirhilgir ên şer şandine Deryaya Reş.
Rûsya daxwaz dike Ukrayna nebe endama NATOyê , lê Amerîka û piraniya endamên din ên wê hevpeymaniya leşkerî ew daxwaza Rûsya red dikin, Wezîrê derve yê Rûsyayê jî dibêje , nabe ewlekariya welatekî li ser hisabê ewlekariya welatekî din be.
Rûsya: Em şer naxwazin
Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, dibêje, “Çiqas ji hikûmeta Rûsyaya Federal bê ew nahêle şer çê bibe, em şer naxwazin. Lê em qet nahêlin berjewendiyên me bê rêzgirtin, bên binpêkirin û paşguhxistin.”
Serokê Ukraynayê jî ji welatên Rojava daxwaz dike tirsa dagîrkirina Ukrayna ji aliyê Rûsyayê ve nexin dilê xelkê wê, herwiha dibêje bivan denguyan ew ziyanê dighînin aboriya Ukraynayê.
Volodymyr Zelensky, Serokê Ukraynayê, radigihîne, “Tiştê em di ragihandinê de dibînin, ew e ku şer li ba me heye, leşker li ser rêyan in, hêz hatiye belavkirin, xelk derdikevin. Lê ev yek nîne. Em naxwazin tirseke wiha çê bibe.”
NATO: Em ji bijardeyan re amade ne
NATO ku berî niha gotibû ew amadeye dilgiraniya Rûsyayê ber çav bigire, dibêje hevpeymaniya wê ji her bijardeyekê re amade ye.
Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê, diyar dike, “Em ji herdû bijardeyan re amade ne, Em kar dikin jibo rewş baştir bibe, jibo çareseriyeke siyasî ya aştiyane , lê em ji bijardeya xirab re jî amade ne: gava Rûsya hêzê li dijî Ukraynayê bikar bîne.”
Amadekariyên Ukraynayê
Li aliyê din Ukraynayê jî dest bi manorên leşkerî kiriye, leşkerên Ukraynayê çekên dijî tankan tecrûbe dikin ku ji aliyê Brîtanyayê jibo wan hatine şandin.l
Şerê Ukraynayê eger destpê bike, wê bibe şerekî mezin têde çendîn welat beşdar dibin û rêxistinê cîhanî hişyariyê didin ku bibe şerekî etomî.