Li Parlamentoya Almanyayê nîqaşeke tund li ser Rojavayê Kurdistanê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) di navbera Parlamentera Kurd Cansu Ozdemîr û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul de nîqaşeke tund li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê derket.

Cansu Ozdemîr bi tundî helwesta hikûmeta Almanyayê rexne kir û pirsî, "Hûn dê kengî tundiya li dijî Kurdan bi awayekî eşkere şermezar bikin?"

Johann Wadephul jî diyar kir ku vexwendina ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şer hîn didome û bang kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tev li artêşa Sûriyeyê bibin.

"HTŞ li dijî Kurdan tawanên giran dike"

Parlamentera Kurd Cansu Ozdemîr di rûniştina parlamentoyê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojavayê Kurdistanê û got:

"Ev 20 roj in HTŞ li dijî Kurdan tawanên giran dike. Cenazeyên şervanên jin ên Kurd hatin bêrûmetkirin, malbat bi temamî hatin qetilkirin.

Em tundiyeke mezin li hemberî mirovên li wê derê dibînin. Em dibînin ka niha çi qas kes tên derxistin."

Ozdemîr ji Wezîrê Karên Derve xwest ku helwesteke zelal nîşan bide û pirsî:

"Ez dixwazim ji we bipirsim, hûn dê kengî tundiya HTŞ û komên din ên Îslamîst ên li dijî Kurdan şermezar bikin?

Gelo hûn dê ji ber vê tundiyê vexwendina ji bo Colanî (Ehmed El Şer) bi paş ve bikişînin û li Berlînê xalîçeya sor li ber wî nexin?"

"Vexwendina ji bo Ehmed Şer hîn didome"

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di bersiva xwe de îdiaya "xalîçeya sor" red kir û got ku divê diyalog bê domandin û wiha pê de çû:

"Ev nêrîneke hinekî sade ye ku hûn dibêjin xalîçeya sor tê raxistin. Vexwendin hîn jî berdewam e, ji ber ku divê em li gel wî biaxivin, her wiha li ser mijarên krîtîk jî.

Berjewendiya me di wê yekê de heye ku em kesên xeternak û tawanbarên giran ji nav civaka xwe vegerînin Sûriyeyê.

Ev tenê bi axaftina li gel hikûmeta navendî ya li Sûriyê pêkan dibe."

"Hûn tundya li dijî Kurdan sivik nîşan didin"

Cansu Ozdemîr ji bersiva Wezîr ne razî bû û ducare gotina xwe kir:

"Birêz Wezîrê Karên Derve, we bi ti awayî bersiva pirsa min neda. Ez li vir dibînim ku tundiya li dijî Kurdan sivik tê nîşandan, hûn qala 'nakokiyekê' dikin.

Hûn dê kengî tundiya li dijî Kurdan bi awayekî eşkere li ber raya giştî şermezar bikin?"

"Divê HSD tev li artêşa Sûriyeyê bibe"

Johann Wadephul di bersiva duyem de amaje bi wê yekê kir ku divê kontrola hemû herêmên Sûriyeyê di destê hikûmeta navendî de be û got:

"Hikûmeta navendî bi mafdarî dixwaze ku monopola hêzê (kontrol) li hemû herêmên Sûriyeyê di destê wê de be.

Eşkere ye ku divê ev yek bi awayekî aştiyane bibe û ev bibe pêvajoyek ji bo tevlîkirina hêzên HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de. Em ji bo vê yekê kar dikin."