Seferberiya ji bo 'Yasaya Rizgarkirina Kurdan': 130 hezar îmze hatin komkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê, ji bo piştgiriya projeyasaya "Yasaya Rizgarkirina Kurdan" (Save the Kurds Act) a ku Senatorê Komarî Lindsey Graham ji bo rawestandina êrişên leşkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê pêşniyar kiribû, kampanyayeke berfireh a îmzeyan dest pê kir.
Senator Graham êrişên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên ser bi wê ve yên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî "felaketa ewlehiya neteweyî" pênase kiribû û bangî Kongreyê kiribû ku bi lez gavan biavêje.
Piştî vê bangê, di platformên navneteweyî de ji bo rawestandina êrişên li ser gelê Kurd û sepandina cezayên bibandor li ser rêveberiya Şamê tevgerê dest pê kir.
Armanc: Li ser Kongreyê fişara siyasî ava bikin
Kampanyaya ku di malpera Change.orgê de bi sernavê "Urge US Senators to support Lindsey Graham’s Save the Kurds Act" dest pê kir, di demeke kurt de deng veda.
Bi vê hewldana ku heta niha 130 hezar îmze lê hatine komkirin, tê xwestin ku fişara siyasî ya li ser Senato û Kongreya Amerîkayê were zêdekirin.
Heta amadekirina vê raporê zêdeyî 130 hezar îmze hatine komkirin.
Di deqa kampanyayê de bal tê kişandin ser kûrbûna krîza mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê û tê teqezkirin ku pejirandina vê projeyasayê ji bo aramiya herêmê û ewlehiya hêzên Kurdî gelekî girîng e.
Ji raya giştî ya navneteweyî piştgirî tê xwestin
Tê çaverêkirin ku ev kempîna îmzeyan a ku bi lez belav dibe, bibe sedem ku projeyasa di rojeva Kongreyê de derkeve rêzên pêş û helwesta îdareya Amerîkayê ya li hemberî Şamê tundtir bibe.
Aktîvîst diyar dikin ku ev yasa ne tenê parastineke leşkerî ye, di heman demê de dê bibe mertalekî dîplomatîk û aborî ku paşeroja xelkê sivîl ê li herêmê garantî bike.
Ji bo îmzekirina vê bangê hûn dikarin vê lînkê bitikînin