Yekîtiya Ewropayê: Divê rêz li mafên Kurdan bê girtin

Bruksel (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Wezîrên Karên Derve yên Fransa û Fînlandayê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê û çarenivîsa Kurdan de helwesta xwe nîşan da.

Fransa tekez dike ku divê mafên Kurdan bên parastin û metirsiya DAIŞê bê kontrolkirin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel hevkarên xwe yên li herêmê di pêwendiyê de ne û rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

"Tiştê ku li bakurê Sûriyeyê rû dide cihê dilgiraniyê ye"

Kallasê got "Bêguman tiştê ku rû dide, bi taybetî li beşa bakurê Sûriyeyê, cihê dilgiraniyeke mezin e; nexasim ji ber ku kamp li Sûriyeyê hene.

Ez bi Serokwezîrê Îraqê re jî di pêwendiyê de bûm ka ew çawa li vê rewşê dinêrin. Niha em li ser vê mijarê nîqaş dikin."

Kallasê her wiha diyar kir ku di destê wan de gelek pêşniyar nînin lê mebesta wan ew e ku bikarin rewşê ber bi aliyekî rast ve bibin.

"Divê rêz li mafên Kurdan bê girtin"

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bal kişand ser hewlên welatê xwe yên ji bo agirbestê û got:

"Hewlên navbeynkariyê yên ku ji aliyê Fransayê ve bi beşdariya kesî ya Serokkomar hatine pêşkêşkirin, rê li ber xwînrijandinê girt û gihîştin agirbestekê."

Barrot derbarê pêwendiyên Şamê û Kurdan de jî peyameke zelal da û got:

"Divê rayedarên Şamê û hevkarên me yên Kurd di nava dan û standineke wisa de bin ku encamek jê derkeve.

Em dê piştrast bin ku di çarçoveya van dan û standinan de, rêz li mafên Kurdên Sûriyeyê bi temamî were girtin û metirsiya jinûvezindîbûna DAIŞê bi temamî were kontrolkirin.

Divê ji bo ti cureyê zindîbûna terorîzmê li Sûriyeyê cih nebe."

"Em piştgiriyê didin parastina mafên mirovan"

Wezîra Derve ya Fînlandayê Elina Valtonenê jî piştgiriya welatê xwe ji bo mafên mirovan anî ziman û got:

"Em bi temamî piştgiriya xweragirtin û parastina mafên mirovan ji bo hemû welatiyan û endamên hemû kom û pêkhateyên Sûriyeyê dikin."