Senatoya Amerîkayê: Projeyasaya 'Parastina Kurdan' hat pêşkêşkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Richard Blumenthal projeyasaya bi navê "Yasaya Parastina Kurdan" pêşkêş kir.

Ev pêngav wekî bersivekê ye li dijî êrişên dubare yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Projeyasa daxwaza sepandina cezayan li ser berpirs û saziyên darayî yên hikûmeta Sûriyeyê dike.

Her wiha ew kesên biyanî jî dikevin ber cezayan ku bi her awayî, çi leşkerî be yan darayî, alîkariya hikûmeta Sûriyeyê dikin.

Rola HSDyê û guherînên li Sûriyeyê

Di dema hewldanên Amerîkayê yên ji bo jinavbirina xîlafeta DAIŞê de, HSDyê roleke mezin di serkeftina operasyonan de lîst.

Piştî têkçûna xîlafetê, HSDyê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kontrol kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya senatoran, piştî hilweşîna hikûmeta Esad, Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer di bin navê yekxistina welêt de dest bi kampanyeyek li dijî HSDyê kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, "Belge hene ku êrişên li HSDyê bi hemahengî û alîkariya Tirkiyeyê têne kirin."

Di navçeyên di bin kontrola HSDyê de zindanên DAIŞê hene ku ji aliyê hêzên Kurdan ve tên parastin û nêzîkî hezar leşkerên Amerîkayê jî li wir in.

Êrişên li Kurdan ne tenê gefê li aramiya herêmê dixwin, her wiha ewlehiya leşkerên Amerîkayê û pêwendiyên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re jî dixe metirsiyê.

Yek ji metirsiyên sereke jî egera serhildana dubare ya DAIŞê ye.

"Hûn dê şaşbûneke mezin bijîn"

Lindsey Graham li ser projeyasayê got, "Ez bawer im piştgiriyeke xurt a her du partiyan heye ji bo parastina Kurdan li Sûriyeyê û derveyî wê, çunku ew hevpeymanên cihê baweriyê yên Amerîkayê ne.

HSDyê ku hêmaneke mezin a Kurda tê de ye, di serdema yekem a Serok Trump de barê giran ê şerê têkbirina DAIŞê hilgirt."

Graham herwiha hişyarî da û got, "Ez dizanim Sûriye ji aliyê çandî, etnîkî û siyasî ve aloz e.

Lêbelê, êrişkirina li Kurdan pêgeha Amerîkayê gelekî lawaz dike û rê li ber geşbûna Sûriyeyê wekî welatekî digire.

Ji wan welat an komên ku bawer dikin êrişkirina li Kurdan li Sûriyeyê bê encam e re dibêjim; hûn dê şaşbûneke mezin bijîn."

Senator Richard Blumenthal jî tekez kir, "Bi baweriya min divê em Kurdan li Sûriyeyê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her tolhildaneke hikûmeta Sûriyeyê parastî dibin."

Xalên sereke yên projeyasayê

Projeyasaya "Parastina Kurdan" çend xalên girîng li xwe digire:

- Sepandina cezayan li ser berpirs û saziyên hikûmeta Sûriyeyê û her aliyê biyanî ku piştevaniya wan dike.

- Naskirina rola HSDyê ya di jiholêrakirina DAIŞê de.

- Pênasekirina Desteya Tehrîr el-Şam (HTŞ) wekî Rêxistina Terorîst a Biyanî (FTO).

- Ji bo derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriya terorê dikin, divê Kongre biryarê bide.

- Desthilatê dide serokê Amerîkayê ku cezayan rawestîne, bi şertê ku ji Kongreyê re piştrast bike hikûmeta Sûriyeyê hemû êrişên li ser HSDyê rawestandine.

- Eger hikûmeta Sûriyeyê dest bi êrişan bike, divê serok yekser hemû cezayan vegerîne (Snapback).