Almanyayê dema hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) biryar da ku hêzên wî welatî heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an li Herêma Kurdistanê bimînin.

477 parlamenteran ji bo dirêjkirina erka hêzên Almananyay deng da û 100 parlamenter jî li dijî wê derketin. Parlamenterek jî bêalî ma.

Nêzîkî 500 leşkerên Alman di çarçoveya erkeke Hevpeymaniya NATOyê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bi cih bûne.

Erka hêzên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê 31ê vê mehê bi dawî bibe.

Armanca hêzan

Armanca wan hêzan, wekî Almanya behs dike, rêgirtina li serhildana DAIŞê û alîkariya parastina ewlehiya Îraqê ye.

Ew hêz bi taybetî li Hewlêr û Bexdayê ne.

Alîkariyên Almanyayê

Almanyayê ji 2014an ve zêdetirî 3 milyar euroyan di warê ewlehî û mirovî de alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Almanya ji 2022yan ve dawî li erkeke heman rengî ya li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê anîbû.