Brîtanyayê êrişên li Herêma Kurdistanê û mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê bi rêya telefonê axivîn.
Wezîra Brîtanyayê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî û şehîdketina Pêşmergeyan şermezar kir û got ku London bi giringî li aramiya Herêma Kurdistanê dinere.
Îşev Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê re axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Yvette Cooperê "bi tundî êrişên li Herêma Kurdistanê û êrişa dronî ya duh a li mala Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir."
Yvette Cooperê her wiha sersaxî da Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan Pêşmergeyên ku di êrişên dawî de şehîd ketine û birîndar bûne.
Wezîra Brîtanyayê tekez kir ku welatê wê bi giringî li aramî û asayîşa Îraq û Herêma Kurdistanê dinere û ew dê piştgiriya xwe bidomînin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Brîtanyayê kir û piştgiriya wê bi qîmet dît. Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye û nabe beşek ji vî şerî.
Di peywendiyê de pêvajoya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên herî dawî yên şer û encamên wî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya dîtina çareseriya aştiyane û xurtkirina hewlên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şer kir.