Merdan bû “kurê“ Serokomarê Almanyayê
Dusseldorf (Rûdaw) - Merdanê 1 salî van rojan bû “zarokê“ Serokomarê Almanyayê û belgeya “bavîtiya“ serokomar radestî malbata wî hat kirin.
Li Almanyayê sorokomar bi awayekî sembolîk bavîtî, ango kefaleta her zarokê 7emîn yê malbatekê digire ser xwe. Ji ber ku Merdan 7emîn zarokê malbata Turgut e, ew jî edî bi awayekî sembolîk zarokê serokkomarê Almanyayê ye.
Li gor raporteke rojnameya almanî “General Anzeiger“ ya bajarê Bonnê, dêbavên Merdanê biçûk Leyla û Zekî Turgut ji sala 1996ê ve li Almanyayê dijîn û bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne. Merdan biçûkê 5 xwişk û birayekî ye û hemû di navbera 10 û 20 salan de ne û hemwelatiyên Almanyayê ne.
Malbata Turgut li gundekî biçûk yê ser bi bajarokê Sinzig yê nêzîkî bajarê Bonnê dijî. Muxtarê gund Karl-Heinz Arzdorf û şaredarê bajarokê Sinzig Wolfgang Kroeger bi xwe serdana malbatê kirin û tevî silavên Serokomarê Almanyayê Joachim Gauck, nameya bavîtiyê, diyariyeke “bavê nû“ bi bihayê 500 Euro û wêneyekî serokomar pêşkeşî malbatê kirin.
Ji sala 1949ê ve Serokomarê Almanyayê yê di wezîfeyê de sembolîk bavîtiya her 7emîn zarokê ji malbatên pirr-zarok werdigire ser xwe. Mebest ji vê yekê ew e ku dewlet berpirsyariya xwe ya taybet li hemberî malbatên pirr-zarok diyar bike û prestîya wan malbata di nav civakê de bilindtir bike.
Serokomarên Almanyayê yên ji 1949ê heta niha bi giştî bavîtiya 79 hezar zarokan girtine ser xwe. Serokomarê niha Joachim Gauck heta niha bavîtiya 1700 zarokan girtiye ser xwe. Merdan yek ji yên herî biçûk e.