Li Swêdê êrişa bi çekan: 3 kuştî
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Uppsalayê yê Swêdê di êrişeke bi çekan de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, êrişê li kuaforekê li Uppsalayê rû daye.
Polîsan piştî bûyerê herêmeke berfireh xist bin ewlehiyê.
Hêzên ewlehiyê jî li ser bûyerê dest bi lêpirsînekê kir.
Li gorî medyaya cihî, li cihê êrişê festîvalek hebûye û xelkekî boş li wê derê bûye.