Çîroka Lawrence Bishnoi: Ji fakulteya hiqûqê ber bi lîsteya terorê ve
Hewlêr (Rûdaw) - Hindistan ber bi hêzeke aborî û teknolojîk a cîhanî ve diçe lê navek ji sernivîsên medyayê nakeve: Lawrence Bishnoi.
Tevî ku zêdetirî 10 salan e di girtîgehên herî ewle yên Hindistanê de girtî ye, ev zilamê ku toreke tawanan a navneteweyî ya heta Kanada, Amerîka û Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, bûye yek ji fîgurên herî razdar ên dîroka sûc a nûjen.
Gelo girtiyek dema li pişt darbestên hesinî ye, çawa dikare fermana sûîqesta siyasetmedarên pilebilind û stêrkên Bollywoodê bide?
Li gundê Dutaranwaliyê yê li ser sînorê Hindistan-Pakistanê, xaniyekî sêqatî yê spî û sor ku bi dîwarên heft piyan bilind, têlên strîdar û çar kamerayên ewlehiyê hatiye dorpêçkirin, bilind dibe.
Ev der xaniyê ku Lawrence Bishnoi lê ji dayîk bûye ye.
Li gundê ku li herêmeke dewlemend a çandiniyê ye, tirsa navê Bishnoi ketiye her kolanê.
Gundî newêrin wêneyê malê bigirin û heta newêrin li ber kamerayan rawestin.
Bishnoiyê 33 salî, berovajî piraniya serokên rêxistinên sûc, ji malbateke xizan nayê.
Lawrence di malbateke dewlemend de ji dayîk bûye û xwediyê bi sedan donim erd e.
Jiyana wî dikaribû wekî efserê Brîtanî yê sedsala 19an Sir Henry Lawrence ê ku navê xwe jê girtiye, bi prestîj bidome.
Lê belê salên zanîngehê yên ku ji bo xwendina hiqûqê çûbû, ew ber bi rêyeke tarî ve bir.
Ji fakulteya hiqûqê ber bi lîsteya terorê ve
Her tişt sala 2010an li Zanîngeha Punjabê ya li Chandigarhê dest pê kir.
Bishnoi dema ku perwerdeya hiqûqê didît wekî Serokê Yekîtiya Xwendekaran hat hilbijartin û tev li bûyerên tundiyê yên li kampusê bû.
Sûcê wî yê ewil şewitandina otomobîla reqîbê xwe bû.
Sala 2014an dema ku polîsan ew dibir dadgehê, koma wî êrişî konvoyê kir û ew revand.
Her çi qasî ducare hatibe girtin û xistibin girtîgehê jî, zindan ji bo wî ne dawî, destpêka navenda operasyonan bû.
Îro Bishnoi fermandariya artêşeke biçûk a ji 700 endaman dike ku li Hindistan, Dubai û Amerîkayê belav bûye.
Sûîqestên mezin: Sidhu Moose Wala û Baba Sidîq
Nav û dengê cîhanî yê Bishnoi sala 2022yan bi kuştina rapbêjê navdar ê cîhanê Sidhu Moose Wala teqiya.
Bishnoiyê ku eşkere kir wî bi xwe fermana kuştina rapbêjê ku li Punjabê dabû ber guleyan daye, ev wekî "tolhildan" pênase kir.
Çiriya Pêşîn a 2024an jî sûîqesta siyasetmedarê pilebilind Baba Sidîq a li Mumbaiyê siyaseta Hindistanê hejand.
Ev kuştin peyameke eşkere bû ku destê Bishnoi çi qasî dirêj e û heta kesên ku herî zêde tên parastin jî ne di ewlehiyê de ne.
Gefa 'pîroz' a li ser Salman Khan
Kesê ku Bishnoi herî zêde pê ve hatiye girêdan stêrkê Bollywoodê Salman Khan e.
Ev dijminatî sala 1998an piştî ku Khan li Rajasthanê 2 xezalên reş nêçîr kirin dest pê kir.
Ji bo civaka Bishnoi ev xezal pîroz tên qebûlkirin.
Bishnoi di hevpeyvîneke televîzyonî de ku ji girtîgehê dabû got:
"Salman Khan heqaret li baweriya me kir.
Yan dê were perestgeha me û lêborînê bixwaze yan jî em dê wî bikujin."
Ev gef li hewayê neman; sala 2024an gule li mala Khan hatin reşandin û gelek caran nameyên gefê jê re hatin şandin.
Sûcdarê li navenda krîza dîplomatîk
Bûyera ku Bishnoi ji serokekî asayî yê çeteyan derxist û kir aktorekî jeopolîtîk, daxuyaniyên Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bûn.
Trudeau hikûmeta Hindistanê û servîsa îstixbaratê RAW bi wê yekê tohmetbar kir ku ji bo sûîqestên li dijî çalakvanên Sikh ên li Kanadayê çeteya Lawrence Bishnoi bi kar tînin.
Van îdiayan wiha kir ku pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Hindistan û Kanadayê de bigihêjin xala qutbûnê.
Gelo 'Robin Hoodekî' nûjen e?
Di Hindistana Modî de ku neteweperweriya Hindûyan lê zêde dibe, Bishnoi ji aliyê hinek derdoran ve wekî "lehengê Hindûyan" tê nîşandan.
Nexwarina goşt, jiyana wî ya ezeb û îbadeta wî ya berdewam, îmaja "şervanê baweriyê" ya di medyayê de xurttir dike.
Ev rewş dibe sedem ku di nav ciwanên bêkar û bêhêvî yên li Hindistanê de wekî "zilamê ku yasa nikarin wî rawestînin" û wekî celebekî Robin Hood were dîtin.
Ev yek ku Bishnoi dema di girtîgehên herî ewle yên wekî Tiharê de ye çawa dikare telefona aqilmend bi kar bîne û tev li weşanên zindî bibe, muammaya herî mezin a pergalê dewleta Hindistanê ye.
Li gorî gotina dostekî wî yê berê; "Lawrence dizane ku gihîştiye dawiya rê. Ew dizane ku tê bikaranîn û dema karê wî biqede dê were tunekirin."
Lê belê heta wê rojê, wisa xuya dike ku siya Lawrence Bishnoi dê ji kolanên Mumbaiyê heta quncikên Vancouverê didome.
#VÎDEO - Lawrence Bishnoi serokê çeteyeke navdar a Hindistanê ye ku ji girtîgehê tora xwe ya bi 700 endamî bi rê ve dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 28, 2026
⚖️ Ew bi kuştina stranbêj Sidhu Moosewala û gefên li dijî lîstikvan Salman Khan tê naskirin
🦌 Lawrence Bishnoi endamê civateke wisa ye ku parastina ajelan… pic.twitter.com/A75R875cIk