Trump: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê didome
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê dê heta wê demê bidome ku Tehran bi peymanekê razî bibe ku dilgiraniyên Washingtonê yên li ser bernameya atomî ji holê rake.
Ev biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump tê wateya redkirina pêşniyara Îranê.
Îranê daxwaz kiribû ku pêşî Tengava Hurmizê were vekirin û dorpêç were rakirin û li beramberî vê jî dan û standinên atomî ji bo qonaxeke din werin bipaşxistin.
Donald Trump ji malpera Axiosê re ragihand ku dorpêç ji bombebaranê bandortir e û got:
"Dorpêç heta astekê ji bombebaranê bandortir e.
Ew wekî berazekî qelew dixeniqin û rewş ji bo wan xerabtir dibe; nabe ku çekên wan ên atomî hebin."
Serokê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku Îran tenê ji bo rakirina dorpêçê dixwaze bigihêje peymanekê û anî ziman:
"Ew dixwazin peymanê bikin û naxwazin dorpêç bidome.
Ez jî naxwazim dorpêçê rakim çimkî ez naxwazim çekên wan ên atomî hebin."
Trump her wiha destnîşan kir, ji ber ku Îran nikare petrolê hinarde bike, depo û boriyên petrolê yên wî welatî "li ber teqînê ne."
Plana CENTCOMê ya ji bo êrişeke ‘kurt û bihêz’
Li aliyê din, sê çavkaniyên agahdar ji Axiosê re ragihand ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ji bo pêkanîna pêleke êrişên "kurt û bihêz" a li ser Îranê amadehî kiriye ku karibe xetimîna dan û standinan bişikîne.
Li gorî planê, êriş dê binesaziya Îranê bikin armanc û piştî wê jî Amerîka dê zextê li Tehranê bike ku bi nermî vegere ser maseya dan û standinan.
Her çend Trump niha dorpêçê wekî karta sereke ya zextê dibîne jî çavkanî dibêjin eger Îran serî netewîne ew dê li çalakiyên leşkerî bifikire.
Trump li ser hesabê xwe wêneyekî (meme) belav kir ku bi hişê çêkirî hatiye çêkirin û tê de çekek di destê wî de ye û hişyariyê dide Îranê.
Li ser wêneyê hatiye nivîsandin: "Ez êdî ne mirovekî dilovan im."
Îran: Sînorê aramiyê heye
Li beramberî vê, çavkaniyeke bilind a ewlehiyê ya Îranê ku kanala fermî ya Press TVyê daxuyaniya wê belav kiriye, ragihand ku dê di demeke nêzîk de bi "bersiveke kiryarî û bêwêne" bersiva dorpêça deryayî ya Amerîkayê were dayîn.
Wê çavkaniyê amaje pê kir ku hêzên çekdar ên Îranê li ber xwe daye ku derfetê bide dîplomasiyê û Trump şer bi dawî bîne.
Lê belê wî çavkanî li pey çû û got, "Sînorê aramiyê heye û eger dorpêç bidome, bersiveke cezakirinê pêwîst e."